Divê dewleta Tirk ji Iraqê derbikeve

Duşem 29 Çile 2024 - 03:45

Endamê Komîsyona Parastin û Ewlehiyê ya Parlementoya Iraqê Cewad Polanî derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji Rojnews re axivî.

Cewad Polanî di destpêkê de êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê şermezar kir û got:“Dagirkeriya dewleta Tirk a li nav xaka Iraqê gihiştiye qonaxeke metirsîdar. Pêwîstî bi destwerdanek bi lez heye da ku bikarin pêşî li binpêkirina li ser serweriya xaka Iraqê heyî, bigrin.”

Cewad Polanî destnîşankir ku komîsyona wan lêkolînê li ser êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk dike, rapor dike û radestî serokwezîr û parlementoya Iraqê dikin. Di dawiyê de jî Endamê Komîsyona Parastin û Ewlehiyê ya Parlementoya Iraqê Cewad Polanî got:’’Divê dewleta Tirk rêz ji serweriya Iraqê re bigre û hêzên xwe ji nav xaka Iraqê derxîne.’’

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.