Divê destê Kurdan xurt bikin!

Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:15

Biryare di 11’ê Mijdara îsal de li Iraqê hilbijartina parlamentoya Iraqê pêk bê, bi giştî wê 21 milyon û 404 hezar kes dengê xwe bikar bînin. Ji vê hejmarê jî bi qasî 3 milyon û 798 hezar û 360 dengdêr yên li parêzgehên Herêma Kurdistanê ne.

Lê di hilbijartinên dema borî de hate dîtin ku xelk gelek kêm tevlî hilbijartinê bûn. Xelkê Silêmaniyê derbarê mijarê de axivîn û vê carê bang li her kesê kirin ku tevlî hilbijartina parlamentoya Iraqê bibin. Welatiyê bi navê Refîq Bêser da zanîn ku ji bo ku Kurd li Bexdayê hebûna xwe zêde bikin, divê her kes tevlî hilbijartinan bibin û got:“Ji ber ku em dibînin bi salane Hikumeta Iraqê çi bi Kurdan dike, weke mînak, birrîna mûçe û bûdceyê welatiyên Herêma Kurdistanê. Tevî kêmahiyên hizb û aliyên siyasî, divê her kes li ser asta neteweyî tevlî hilbijartinan bibin. Divê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe dengê xwe bikarbînin û biçin ser sindoqan.”

Refîq di dewamê de diyarkir ku divê kesên diçin parlamentoya Iraqê, ji bo aborî û komkirina dahata xwe neçin, divê ji bo xizmeta gel, bidestxistina mafên gel biçin, ji ber ku gel dengê xwe dide wan, lewma divê ew wê baweriyê bidin gel.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Sabîr jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ser ziman, Îbrahîm Sabîr jî xwest ji bo destê Kurdan di parlamentoya Iraqê de bihêz bibe, divê her kes tevlî hilbijartina parlamentoya Iraqê bibe û got:“Ji bo ku Kurd bibin piştgirê gelê xwe, ezê weke ferdek vê civakê dengê xwe bikar bînim. Divê gel nifşê nû bifikire, ji bo vê eger tevlî hilbijartinê nebin, wê nifşê nû paşguhbixin û ti mafek ji bo wan nayê bidest xistin. Ji bo wê, bêku cudahiya fikirê siyasî bikin, ji bo bidestxistina mafê Kurdan, divê her Kurdek dengê xwe bikarbîne. Herwiha divê propagandaya aliyên siyasî jî di çarçvoeya bangên netewî de bin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.