Berpirsyara Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a Hikûmeta Elman Baerbel Kofler nerazîbûn nîşanî Doza Kobanê da û got, "Em dozê dişopînin."
Li dijî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê, gelê Kurd di navbera 6 û 8'ê Cotmeha 2014'an de serî hilda. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi hinceta vê serhildanê fermana 'Doza Kobanê' da û li ser vê yekê îro rûniştina destpêkê ya vê dozê pêk hat. 28 jê dîlgirtî, bi giştî 108 siyasetvanên HDP'î lê têne dadgehkirin. Berpirsyara Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a hikûmeta Elman Baerbel Kofler nerazîbûn nîşanî dozê da.
Kofler zextên li ser HDP'ê û endamên wê rexne kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê mirovên nihêrîna xwe ya cuda tîne ziman, tên krîmînalîzekirin. Di daxuyaniyê de ku li ser malpera înternetê ya fermî ya Wezareta Karên Derve ya Elman hate weşandin, Kofler diyar kir ku hikûmeta Elman wê Doza Kobanê bişopîne.
Kofler ragihand ku ew ê ji nêz ve bişopînin bê ka dewleta hiqûqê tê meşandin yan na û xwest, dawî li dadgehkirina Selahattîn Demîrtaş bê anîn. Kofler got, "Li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê, divê Demîrtaş bê berdan."
BERLÎN