Divê dagirkeriya Tirkan bi dawî bibe
Çarşem 23 Tebax 2023 - 16:09
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê, daxuyaniyek weşand û got, “Şertê destpêkê û diyarker ê yekparebûna xak û serweriya Iraqê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Iraqê ye.”
Komîteyê got, “Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan piştî hevdîtina li Bexdayê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re daxuyanî da. Serokê berê yê MÎT’ê Hakan Fîdan bal bire ser berjewendiyên hevpar û serweriya Iraqê û îdîa kir ku PKK’ê xaka Iraqê dagir kiriye, xwest PKK’ê weke ‘rêxistineke terorê’ nas bikin û ji bo ‘têkoşîna hevpar a li dijî terorê’ bang kir.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk ku bi dagirkirina xaka Iraqê 100 qereqol, baregehên leşkerî û navendên MÎT’ê ava kirine, bêyî ku li ber xwe bikeve qala yekparebûna xak û serweriya Iraqê dike.
Tirkiye ya ku Hewlêr ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve kiriye mîna wîlayeteke Tirkiyeyê, bêdengiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ji xwe re weke firsendekê dibîne, dixwaze vê polîtîkaya xwe belav bike û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê û xaka Iraqê bi rêya ‘dîplomasiyê’ mayînde bike.
Hakan Fîdan fermana kuştinê da
Hakan Fîdan ku bajarên Başûrê Kurdistanê bi ajanên MÎT’ê û çeteyên kujer dagirtiye û bi fermanan li Silêmaniye, Şengal û Mexmûrê bi dehan mirov qetil kirin, bêyî ji xwe fedî bike, qala têkoşîna hevpar a li dijî ‘terorê’ dike.
Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi DAIŞ’ê re niha jî bi rêya Hakan Fîdan û MÎT’ê bi rengekî eşkere dewam dikin. Petrola Iraqê ya ku tê dizîn û li ser Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê tê kirin, karekî hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê ye.
Dema ku Hakan Fîdan Serokê MÎT’ê bû, bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi dehan komkujî û êrişên bombeyî hatin kirin, kiryarên rastî yên van êrişan ti carî nehatin girtin.
Armanca esasî ya Hakan Fîdan a ji serdanên Bexda û Hewlêrê ku bi navê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê kir, ew bû ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê nede nîqaşkirin, li şûna vê jî polîtîkayeke welê bimeşîne ku Başûrê Kurdistanê bike eyaleteke Tirkiyeyê.
Dixwaze bi piştgiriya PDK’ê me û Iraqê bîne dijberî hev
Ti pirsgirêka Tevgera me bi dewleta Iraqê û gelên wê re tine ye. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze dewleta Iraqê jî tevlî siyaseta xwe ya qirkirina Kurdan a li ser esasê înkar û îmhayê bike. Ji ber wê jî kujerê Kurdan Fîdan dibêje, ‘divê Iraq PKK rêxistina terorê îlan bike’. Rewşeke ecêb e ku vê yekê li hemberî rûyê Wezîrê Derve yê Iraqê ku Kurd, dibêje û rastî ti nerazîbûnê nayê. Dewleta Tirk a dagirker û mêtinger bi piştgiriya PDK’ê bi israr hewl dide ku tevgera me û dewleta Iraqê bînin dijberî hev. Em dizanin ku berpirsên dewlet û hikûmeta Iraqê, rewşenbîr û gelên welatparêz wê bi vê hîleyê nexapin û li hember wê rawestin.
Divê mirov êrişên hewayî û bejahî yên bi hinceta ‘terorê’ li ser xaka Iraqê tên kirin, neke hinceta dagirkeriya Tirk û xwezayî nîşan bide; divê destûr neyê dayîn ku dewleta Tirk di bin navê têkîliyên siyasî û bazirganiyê de Kerkûk, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniyê bike paşbaxçeyê çeteyên DAIŞ û MÎT’ê. Şertê destpêkê û diyarker ê yekparebûna xakê û serweriya Iraqê, dawî li dagirkeriya Tirk a li ser xaka Iraqê anîn e.”
BEHDÎNAN