KJK’ê xwest, biryardara darvekirinê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er hatiye dayin bê betalkirin. Di daxuyaniya KJK’ê de hate gotin, ”Divê Birêz Nêçirvan Barzanî mohra xwe daneyne binê vê biryarê.”
Koordînasyona KJK’ê têkildarî biryara darvekirinê ku li Başûrê Kurdistanê li Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er hatiye birîn daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, biryara ku ji ber kuştina mirovên destê wan di xwîna ciwanên Kurd de heye hatiye wergirtin, biryareke li derveyî wijdan û exlaqê mirovahiyê ye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: ”Ev biryar ji aliyê şefê faşîst Erdogan ve hatiye girtin û yê ku pêk tîne jî PDK ye. Ti pêwendiya vê biryarê bi welatparêzî û netewetiyê re nîne.
Biryara darvekirinê sûcekî li dijî mirovahiyê ye, li derveyî pîvanên mirovahiyê ye, lewma di asta cîhanî de li dijî biryarên bi vî rengî têkoşîn tê dayin; biryarên wiha êdî nemaye. Dijmin li hemberî gelê Kurd biryarên darvekirinê dide û PDK jî pêk tîne. Ev yek ji dijmin tê, lê belê yên ku ji xwe re dibêjin em Kurd in, ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê heta dawiyê rê li dijmin vekirine. Kurdîtiya wan mirovan dixe nava fikaran, bi taybetî jî bi biryara darvekirina du ciwanên Kurd re hîn bêhtir dibin sedema fikaran.
Lewma her Kurdê xwe welatparêz dibîne, li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê û derveyî welat divê li ber biryara darvekirinê rabe û dengê xwe li dijî vê biryarê bilind bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN