Divê bersivê bidin dewleta Tirk

În 31 Gulan 2024 - 00:21

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk roj bi roj li nav xaka Iraq û Herêmê baregehên nû ava dike û dagirkeriya xwe berfireh dike. Siyasetmedarê Iraqî Emar Behadilî di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst ya li nav xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê axivî.

Emar Behadilî wiha destbi axaftina xwe kir:“Êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê li gel bêdengiya şermane ya hikûmeta Iraqê, gefek bi berdewam zêde dibe ye. Divê li beramberî vê destdirêjiya dewleta Tirk a berdewam a li ser xaka Iraqê ku binpêkirina yasaya navneteweyî ye, bersivek guncaw were dayîn.” Siyasetmedar Elî Behadilî da zanîn ku divê Iraq bi kartên destê xwe de zextê li dewleta Tirk bike û got:“Divê Iraq karta aboriyê li dijî dewleta Tirk weke zext bikar bîne. Ji ber ku bazirganiya di navbera her du welatan de salane zêdetirî 20 milyar dolar e. Eger Iraq bi vê kartê zext li dewleta Tirk bike, wê peyameke zelal bide dewleta Tirk ku êrişên xwe yên ne rewa kêm bike. Iraq projeya xwe ya geşepêdanê didomîne û dewleta Tirk jî hevkarekî girîng e. Dûrxistina dewleta Tirk ji vê projeyê, wê ji bo wê bibe hişyarî û metirsiyeke xurt.”

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.