DITIB´ê çav berda milkê Wuppertalê

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 28 Sibat 2023 - 09:26

  • DITIB´ê çav berdaye milkê şaredariya Wuppertalê ya ku li ser Navenda Xweser (AZ) heye. Heger karibe şaredariyê bixapîne wê li ser milkê wê projeya xwe li navenda wê mizgefteke Diyaneta Tirk, pêk bîne. 

Rêxistina Diyaneta Tirk li Elmanyayê DITIB, niha hewl dide şaredariya Wuppertalê bixapîne, da ku li ser milkê wê projeyeke xwe ya li navenda wê mizgefteke Diyaneta Tirk, pêk bîne. Meclîsa Şaredariya Wupeprtalê wê 6´ê Adarê biryarê li ser projeyê bide. Lê saziyên rêxistina civakî, nexasim jî Tacheles e.V. li ber vê projeyê radibin. 

Şaredariya bajarê Elmanyayê Wuppertalê, biryar daye ku Autonome Zentrum (Navenda Xweser-AZ) xira bike û li şûna wê jî wê bi îhtîmaleke mezin projeyeke ku li navenda wê mizgeftek heye, wê çêbibe. Ev proje jî ya yekîtiya îmam û mizgeftên ser bi hikûmeta Tirk û AKP´ê DITIB´ê ye. DITIB beriya niha ketibû nav gelek skandalan, lê skandala herî mezin ew bû ku îmamên wê sîxurî ji rêxistina istîxbarata Tirk MÎT´ê re dikirin. Niha weke ku ev skandal hemû hatibin jibîrkirin, projeyên wê li gelek deveran dikevin dewrê û tên erêkirin.

Ev pojeya mizgeft û navendeke çandî û kirriyariyê ya DITIB´ê jî ji aliyê şaredariya Wuppertalê ve hatiye erêkirin. Komeleya Bêkaran û Alîkariya Civakî ya Wuppertalê, Tacheles li ber projeyê radibe. Ew dixwaze 6´ê Adarê saet 16´an li ber avahiya şaredariyê li Barmenê li dijî projeya DITIB´ê û ji bo mana Autonome Zentrum (AZ) a li Gatheyê xwepêşandan bê kirin.

Wê rojê biryara dawî ya li ser avakirina “Navenda Îslamî” ya DITIB´ê wê bê dayîn. Tacheles e.V. bi du sedeman li ber projeyê radibe. Sedema yekê ew e ku DITIB ser bi rêxistina Diyanetê ya dewleta Tirk ve ye. Yanî “DITIB yekser neçar e bi fermanên Erdogan” hereket bike. Ew balê dibe alîgiriya mizgeftên DITIB´ê di şerê li dijî Kurdan de jî: “Dewleta Tirk DITIB´ê fînanse dike. Di mizgeftên DITIB´ê de ji bo şerê li dijî Kurdan dua tên kirin, qirkirina Ermeniyan tê înkarkirin, rêxistinên nêzî DITIB´ê sîxûriyê li dijî muxalifan dikin û gefan li wan dixwin.”

AZ´ê xira nekin

Tacheles e.V. dibêje erêkirina projeyê wê bibe peyameke çavtirsandinê li dijî Kurd û muxalifên hikûmeta Tirk ên li Elmanyayê û di heman demê de diyariyeke ji bo kampanyaya hilbijartinê ji bo Erdogan.

Argumana duyem a Tacheles e.V. jî ew e ku di 49 salên bihurî de AZ her bûye navendeke ji bo pirrengî, xwebirêxistinkirina civakî, rexne û xweperwerdekirina siyasî ji bo Wuppertalê. Ew bi bîr dixe ku mirovên xizan jî li wir dikarin xwe bigihînin hunerê  û bi xwe jî huner bikin. Wekî din AZ li Wuppertalê yek ji stûnên navmalê yên têkoşîna li dijî nijadperestiyê û naziyan bûye.

Bi ya wê nabe ku navendeke wiha ji holê bê rakirin û li şûna wê navendeke ji bo demokrasiyê tehlûke were avakirin.

AZ dibêje, bêyî xirakirina avahiya AZ´ê jî projeyeke avahîsaziyê dikare li devera Gathe pêk bêanîn û bêyî ku DITIB xwediyê projeyê be jî ev dibe.

DITIB li her derê dixapîne

Beriya niha jî şaredariya Essenê hindik mabû bereyên cemaweriyê ji bo xizmetên ciwanan bidana DITIB´ê da ku xerc bike. Bi hewldanên siyasetvanên Kurd ev gav Hezîrana 2022´yan hatibû astengkirin.

Hingê ji endamên Meclîsa Biyaniyan a bajarê Essenê, Civan Akbulut bi xurtî li ber hewldanên alîkarîwergirtinê yên DITIB´ê rabûbû. Wî gotibû, DITIB dixwaze xwe ne weke rêxistineke rejîma dewleta Tirk, lê weke rêxistineke civaka sivîl a ku xizmetên dîn, perwerde, çand, sporê dide û nexasim jî di warê karûbarên ciwanan de çalak e, bide nasîn. Civan Akbulut li ser van hewldanan ji rojnameya me re gotibû,“Skandalên wê ne yek û didu ne. Ne rêxistineke şefaf e. Ti kes xweşik pê nizane ka kî li pişta vêî saziyê ye û kar û çalakiyên wê kî dike.”

Lê DITIB weke li Essenê, li Wuppertalê jî hewl dide saziyên cemaweriyê bixapîne. Gelo wê Meclîsa Şaredariyê ya bajarê Wuppertalê 6´ê Adarê bi DITIB û projeya wê bixape yan na jî hîna ne diyar e. 

WUPPERTAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.