- “Kadroyên DÎTÎB´ê rastgirên tundraw û Gurên Boz in; mirov rabe wê bixe nav xebatên ciwanan, ev hem xirab û hem jî bi tehlûke ye.”.
BERDAN DOGAN/FRANKFURT
Rêxistina DÎTÎB´ê ku li Elmanyayê weke saziya îstîxbarata Tirk kar dike, bi karûbarên xwe yên nijadperest tê rojevê, niha hewl dide ji projeyên şaredariya Essenê yên ji bo ciwanan parê bigire. Ev yek rê li ber nerazîbûnan vedike.
Endamê Meclîsa Întegrasyonê ya bajarê Essenê Civan Akbulut ji bo vê dibêje, “Kadroyên DÎTÎB´ê rastgirên tundraw û Gurên Boz in; mirov rabe wê bixe nav xebatên ciwanan, ev hem xirab û hem jî bi tehlûke ye.”.
DÎTÎB (Yekîtiya Tirk Îslam a Karên Diyanetê) a ser bi dewleta Tirk li Elmanyayê bi sedan mizgeftan dixebitîne û li mizgeftan li dijî Kurdan duayan dide kirin. Bi ser halan de dewleta Elman bi xwe jî da bû zanîn ku mizgeftên DÎTÎB´ê hêlîna MÎT´a Tirk in û gelek kadroyên wê bi sîxûrtiyê tohmetbar jî kiribûn. Li ser pêşniyazpirseke Partiya Çep derketibû holê ku Hikûmeta Federal a Elman ji 2014´an heta 1017´an qederê 8 milyon Euro alîkariya madî daye DÎTÎB´ê. Sala 2019´an ev mîqdar gihiştiye 30 milyon Euroyî.
Niha meseleyeke ecêb heye. Tevî ku ev xisletên DÎTÎB´ê tên zanîn, li bajarê Essenê DÎTÎB dixwaze bibe şirîkê fermî yên xebatên ciwanan ên saziya şaredariyê ya Alîkariya Ciwanan (Jugendhilfe). Endamê Meclîsa Întegrasyonê ya Essenê û delegeyê Meclîsa Întegrasyonê ya Eyaleta NRW´yê dibêje, wî di civîna Meclîsa Întegrasyonê de nijadperestî û skandalên DÎTÎB´ê bi bîr xistiye û xistiye rojevê. Piştre wî bi tema serê xwe raya giştî hestiyar kir beramberî meseleyê. Heta wî kir ku Komîteya Alîkariya Ciwanan a di nava Meclîsa Şaredariyê de civîna xwe ya li ser qebûlkirina DÎTÎB´ê ya 14´ê Kanûna 2022´yan bi paş ve bixe. Civîn hîna jî nehatiye lidarxistin, lewma ji ber nerazîbûnan minaqeşekirina mijarê taloqî 8´ê Sibatê û paşê jî taloqî Hezîrana bê hatkirin.
Li dijî DÎTÎB’ê raya giştî serketî hişyar kir
Civan Akbulut ê 21 salî yê ji Kurdistanê, ji me re got, DÎTÎB’ê xwe weke saziyeke serbixwe ya li ser dîn, perwerde, spor û çandê dixebite daye nasîn û bi tenê wî ev derewa DÎTÎB´ê lê eşkere kiriye.
Civan Akbulut niha ji meclîsa şaredariyê ya Essenê dixwaze ku beramberî miracaeta DÎTÎB´ê bibe xwedî helwêsteke zelal. Lewma DÎTÎB dixwaze bibe şirîk û hevkarê fermî yê xebatên alîkariya ciwanan. Civîna pêşî a li ser miracaetê, Civan Akbulut wiha tîne bîra xwe: “14’ê Mijdara 2021’ê tenê min rexne li miracaeta DÎTÎB´ê girtin. Lê paşê raya giştî hestyar bû. 32 saziyan daxuyaniyeke hevpar li dijî DÎTÎB´ê da. Wan li dijî DÎTÎB’ê helwêsteke zelal diyar kir.”
Civan Akbulut bi bîr xist ku tevî nerazîbûnan jî şaredariya Essenê bê deng e û wiha rexne lê girtin: “Sinyalên [şaredarî] dide, mirovî xemgîn dike û şaş in. Ma ne, DÎTÎB’ê berê sîxurî kiriye, xelk li dijî hev sor kirine, bi meylên xwe yên rastgiriya tundraw jî bûye rojev. Divê şaredarî beramberî mijareke wisa xwedî helwêsteke diyar be. Heger DÎTÎB li Essenê di warê xebatên alîkariya ciwanan de bibe saziyeke qebûlbûyî, wê gelek derî li ber wê vebin. Dibe ku bibe hevkarê projeyên şaredariyê. Divê em pêşiyê li vê bigirin.”
Civan Akbulut ji Îlona 2020’an ve di Meclîsa Întegrasyonê de ye û ajanên dewleta Tirk bi rêya ajan û çeteyên xwe li wî jî gef xwariye.