Dişibin fincanên ferfûrî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Tebax 2022 - 21:03

  • Hunermenda Swedî Cecilia Levy, ji kaxizên kitêbên kevnbûyî yên ku êdî nayên bikaranîn û xelk wan davêjin, peykerên piçûk disêwirîne.

Hunermenda Swedî Cecilia Levy, ji kaxizên kitêbên kevnbûyî yên ku êdî nayên bikaranîn û xelk wan davêjin, peykerên piçûk disêwirîne. Yê nizanibe, dê bibêje, ew fincanên ferfûrî ne. Lê ne xêr, ew ji kaxizê hatine çêkirin. Wê bi şêwaza “hevîrê kaxizî” gelek berehemên bi vî awayî çekirine. Di nav berhemên wê de, fincanên çayê, kevçî, surehî, teyfik û gelek amanên din hene. 

Karê resen yê Cecilia Levy, sêwirmendî ye û nexasim bi karê grafîkê re mijûl dibe. Her wiha ew cildên kitêban jî hazir dike. Vê hezkirina wê ya ji pirtûkam re kiriye ku bi van kaxizên kitêban peykerên xweşik û piçûk bisêwirîne. Dema ew van peykerên xwe çêdike bi halê kaxiz ê resen zêde nalîze û nivîs û tîpên li ser wê kaxiza bi kar tîne, tên dîtin. Tîpên li ser kaxizê dibin xemla hunerê wê.

Cecilia Levy, tîne ziman ku ev kaxiz şopên wextên bihurî nîşan didin û ji lewma ew bi baldarî kaxizan hildibijêre û vê malzemeyê bi xweşikî bi kar tîne.

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.