• Leşkerên Tirk li Şemzînanê agir bi daristanê xist û nahêlin xelk vemirîne.

Pêr bi şev şewata li Şemzînanê gihişt gundan, doh jî li Çiyayê Cûdî careke din agir bi daristanê ket, vê carê li herêma Zêrî Kerr.

Hefteya bihurî li Şemzînanê dîmenekî leşkeran derketibû holê, leşkerekî benzîn di destê wî de, agir bi daristanekê dixist. Beriya bi sê rojan jî agirê bi daristanê ketî belav bû û pêr bi şev gihişt gundan. Şewata li Çiyayê Gomanê ya gundê Nêrkola yê Şemzînanê didome. Xelkê herêmê dibêje, heke şewat neyê tefandin, xetereke mezin li ser gundan wê çêbe.

Xelk dibêje, ew dixwazin şewatê wemirînin, lê leşkerên Tirk nahêlin. Gundiyan wekî din got, li daristanê pêşî dengê çekan hatiye û piştre şewatê dest pê kiriye.

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Seîd Dede diyar kir ku gundiyan rayedar agahdar kirine, lê mudaxeleyî şewatê nehatiye kirin. Dede got, “Şewat a niha nêzî cih û warên gundiyan bûye û destûr nayê dayîn ku şewat were tefandin.”

Serokê Yekîtiya Dikandar û Senhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn jî li qada şewatê ye û dibêje, şewat gurtir dibe. Tekîn got, “Şewat nêzî cih û warên gel bûye. Divê ji hewayî ve şewat were tefandin. Divê raya giştî şewata li Şemzînanê bixe rojevê.”

Li Çiyayê Cûdî jî li devera Zêrî Kerr a Şirnexê, doh serê sibehê agir bi daristanê ket. Li van deveran bi pirranî artêşa Tirk a dagirker agir bi daristanê dixe. Beriya niha bi sê rojan jî li devera Girêhirmo ya Cûdî agir bi daristanê ketibû û şewat xwe bi xwe vemirîbû.

COLEMÊRG