Dîsa sîlehên kîmyewî bi kar anîn!

Çarşem 8 Kanûn 2021 - 23:27

  • Malbatên 9 gerîlayên HPG’ê yên ku hatibû diyarkirin li Çiyayê Mircan di şer de şehîd bûne, cenazeyên zarokên xwe teşxîs kirin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, dihat payîn ku cenaze îro, sibe radestî malbatan bên kirin. 

Malbatên 9 gerîlayên HPG’ê yên ku hatibû diyarkirin li Çiyayê Mircan di şer de şehîd bûne, cenazeyên zarokên xwe teşxîs kirin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, dihat payîn ku cenaze îro, sibe radestî malbatan bên kirin. 

Li navçeya Dersimê Pulurê, 4’ê Kanûnê li Çiyayê Mircan, şer qewimî bû, û hatibû gotin, 9 gerîlayên HPG’ê şehîd bûne. Cenazeyên 9 kesan li morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê dihat sekinandin. Malbatan karî cenazeyan teşxîs bikin, lê rayedarên dewleta Tirk hîna cenazeyan nadin malbatên wan.

Malbatan diyar kir ku ew li bendê ne 6 cenazeyan radestî wan bikin, lê cenaze wê 3 doh bihatana radestkirin û 3 cenaze jî dîtira rojê.  

Ji bo wergirtina cenazeyê Veroz Dersim (Çagla Yeleser), ji ber ku dayika wê Gultaze Yeleser û xwişka wê di hepsê de ne, xal û xaltîka wê çûn Meletiyê.

Lê ji malbatê re gotin, ew xizmên di asta duyemîn de ne, cenaze nedan malbatê. Hat zanîn ku daxwaza destûrdayîna dayik Yeleser a ji bo tevlî merasîma cenaze bibe, hêj nehatiye dayîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, şerekî cidî neqewimiye, û ji ber şopên li ser hin cenazeyan, guman heye ku dewleta Tirk di êrişa xwe de sîlehên kîmyewî bi kar anîbin.

Navên şehîdan

Li gorî malbatan da zanîn, navê 9 şehîdan wiha ye: 

Cîhan Soylemez (Mûnzûr-Dersim-1980), Çagla Yeleser (Veroz - Dersim - 1987), Mîhrîban Ata (Jinda Jin - Mêrdîn - 1993), Guldane Karaer (Nûda Karker - Wan - 1992), Hasret Ulger (Rojîn - Semsûr  - 1993), Nevzat Demîr (Baz Çolemerik - Colemêrg - 1987), Nîmet Arşîmet (Şervan Artîzan, Amed - 1998), Celal Doganay (Cûdî Amed- Amed- 1996), Akîf Bedîr (Azad Wan- Wan- 1998).  

MELETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.