Li navçeya Robarok a Colemêrgê ya dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê, eskeran gule berdan Şahap Şendol ê 23 salî û Celîl Ekîncî yê 17 salî û ew birîndar kirin. Bûyerê 18’ê Gulanê, li gundikê Çemêrkurk ê girêdayî gundê Haci Bey saet 07.20 rû da. Eskeran li ser xeta sînor gule berdan şivan Şahap Şendol ê li heywanên xwe yên windabûyî digeriya û Celîl Ekîncî yê bazirganiya cixareyan dike. Hat diyarkirin ku esker bêyî ku hişyariya “raweste” bike, her du kes birîndar kirin. Welatî û xizmên birîndaran ên hatin cihê bûyerê, her du kes rakirin nexweşxaneyeke Herêma Federe ya Kurdistanê. Hat destnîşan kirin ku Şendol ê ji destê xwe birîndar bû ji nexweşxaneyê hat derxistin û dermankirina Ekîncî yê ji zikê xwe birîndar bû jî, hîna didome.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede, dîmenên têkildarî birîndarkirina Celal Ekîncî parve kir. Dede yê HDP’î, bi van gotinan dîmen parve kirin: “Dîmen dîsa ji Robarokê ne. Eskeran li ser xeta sînor, gule berdan du ciwanên me yên sîvîl û birîndar kirin. Gelo daraz li gorî kîjan qanûnan tevdigere. Kanê mafê jiyanê!” 

Di heman demê de, hat zanîn ku Celîl Ekîncî birayê Reşat Ekîncî ye ku 31’ê Kanûna 2020’an, li heman herêmê ji aliyê eskeran ve hatibû birîndarkirin. 

Birayê Ekîncî Reşat Ekîncî da zanîn ku eskeran bi ti awayî alîkariya birîndar nekiriye û du hesp jî kuştine. 

MA/COLEMÊRG