Dîsa fîdye xwestin

Duşem 4 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • Dewleta Tirk a dagiker li navçeya Mabata ya ser bi Efrîna dagirkirî, 2 kesên din jî revandin û ji malbatên wan jî fîdye xwest.

Dewleta Tirk a dagiker li navçeya Mabata ya ser bi Efrîna dagirkirî, 2 kesên din jî revandin û ji malbatên wan jî fîdye xwest.

Li gorî çavkaniyên herêmî, dagirkerên çete yên bi navê “Polêsên leşkerî” û ‘Mehmed Fatîh' ên dewleta Tirk ji gundê Memîla yê Mabetayê 2 kes revandin û birin cihekî ne diyar.

Hate ragihandin ku ji bo berdana wan, ji malbatên wan fîdye hatiye xwestin.

1’ê Tirmehê, çeteyên “Polêsên Leşkerî” du welatiyên ji Eyn Darê ya ser bi Şêrawa ya kantona Efrînê, revandin.

Heman rojê hêzên dewleta Tirk a dagiker bi ser bajarokê Elî Baciliyê yê ser bi Grê Spî ya dagirkirî de girt û 4 ciwan revandin.

30’ê Hezîranê, li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 6 kes hatibûn revandin.

Dewleta Tirk a dagiker li herêmên dagirkirî, desthiladariya terorê ava kiriye. Piştî ku di sala 2018’an de Efrîn hate dagirkin, bi hezaran kes hatin revandin. Gelek kes bi fîdyeyê hatin berdan û hinek jî hatin qetilkirin. Hîna jî aqûbeta gelek kesan ne diyar e.

EFRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.