- Li navçeya Colemêrgê Çelê, xaniyên ji kevir li gorî taybetmendî û xemla xwe nehatin restorekirin. 14 xanî jî weke xwe hatin hiştin û hîç nehatin restorekirin.
Li navçeya Colemêrgê Çelê, xaniyên ji kevir li gorî taybetmendî û xemla xwe nehatin restorekirin. 14 xanî jî weke xwe hatin hiştin û hîç nehatin restorekirin.
Keleha Çelê û xaniyên kevirî yên dîrokî li ser girekî li ser navenda navçeya Çelê ne. Karên restorekirina kelehê û xaniyên ji kevir, tenê bi 7 xaniyan sînordarkirî man. Li 7 xaniyan di bin navê otela bûtîk û restoranê de restorasyon hate kirin, lê taybetmendiya wan a dîrokî ji holê hate rakirin.
Xaniyên mayî jî hilweşiyane.
Li Çelê gelek avahiyên dîrokî li ser piyan man. Xaniyên ji kevir ên li quntara keleha li navenda bajarê Çelê ji van avahiyên dîrokî ne. Pirraniya van xaniyan duqatî ne; li qatê jorê cihê rûnişt û razanê heye. Qatê jêrê jî ji kîler, banyo û lavaboyê pêk tê.
Ji bo xaniyên dîrokî li gorî taybetmendiya xwe ya dîrokî bê restorekirin, sala 2010'an Şaredariya Çelê ya HDP'î ya wê demê, hewl da, lê belê Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirk ev hewldan asteng kirin. Bi gotina, wê otela bûtîk, cafe û restoran lê bêne çêkirin, ji 21 xaniyan 7 jê hatin restorekirin. Lê belê restorekirinê taybetmendiya xaniyan a dîrokî ji holê rakir. 14 xaniyên mayî jî li ber nemanê ne.
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Çelê Îsmaîl Akkaya got, "Tenê 7 ji van xaniyan restore kirin. Jixwe, heger armanca wan parastina avahiyên dîrokî bûya, wan ê temamiya xaniyan li gorî taybetmendiyên wan ên dîrokî restore bikira û pêşkêşî xizmeta xelkê Çelê bikira. Niha 14 xanî bi temamî hilweşiyane."
ANF/COLEMÊRG