Dîroka bi êş ya koletiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Cotmeh 2023 - 15:54

  • Harmonia Rosales bi nihêrîneke ciyawaz tabloyên hosteyên berê şirove dike. Bi vê şirovekirinê ew bi mîtolojiya Efrîkî dadikeve û dixwaze ruhên hatine kolekirin ji nû ve bi bîr bîne. Tabloyên wê, dîroka bi êş a koletiyê rave dikin.

Hunermenda Afro-Kubayî Harmonia Rosales di pêşangeha xwe ya “Master Narratives” de bi mîtolojiya Greko-Romen, serpêhatiyên Xiristiyanan û hin îkonên ku hosteyên Ewrûpî bi hunerekî bêhempa xêz kirine, dadikeve. Lê daketina wê ya bi van meseleyan, hem wisa li ser rasthatinekê nîne û hem jî ew van tiştan hemûyan tevî ola Yorûba dinirxîne û şirove dike. Wê di vê pêşangeha xwe de qederê 20 tablo çêkirine û însatalasyoneke wê ya mezin heye ku di vê înstalasyonê de jî esreqa “Sistine Chapel” ya ku Michelangelo resmandibû ji nû ve, bi nirxandineke cuda bi bîr tîne. Lê fîgûrên naşibin ên hunermendên Ewrûpî, ji lewma fîgûrên wê reş in û ew hewl dide reşikên hatine jibîrkirin, bi rêya huner û bi şiroveyeke taybet careke din bîne bîra xelkê.

Harmonia Rosales bi van tablo û fîgûrên xwe yên reşik, xwestiye warekî nû biafirîne ji bo ola Yorûba û nexasim jî “ruhê Orîşa” bi bîr tîne bi vî awayî. Orîşa ruhê ola Yorûba temsîl dikin û di vê olê de gelek nav hene ku ew jî ruhê Orîşa temsîl dikin. Orîşa ji bo ku alîkariyê bi xelkê re bikin ji hêla xwedayan ve hatine peywirdarkirin û ew ruhê xweşik in ku weke temsîlkarê başiyê jî tên zanîn.

Harmonia Rasales jî bêhtir bala xwe biriye ser tabloyên ronesansê yên Îtalyayî û wê ev ruhên temsîla ola Yorûba, di van tabloyan de careke din rave kirine. Weke nimûne wê tabloya “Birth of Venus” ya Botticelli kiriye “Birth of Oshun (Jidayikbûna Oşun)” û bi vî awayî sembolîzma dewlemend a ola Yorûba nîşan dide. Her wiha Rosales dixwaze bi van tabloyên xwe hêza jinên reşik jî nîşan bide û babetên wê yên di vî warî de jî hêjayî dîtinê ne. Ew bi tabloya xwe ya “Creation of God (Afirindana Xwedê)” tabloya bi navê “Creation of Adam (Afirandina Ademî)” ya Michelangelo ji nû ve şirove dike û teswîreke ciyawaz derdixe holê. Ew nihêrîna Ewrûpiyan û baweriya wan a bi xwedayekî serobino dike û berevajî vê, nihêrîna serdest a ku berbelavî dinyayê bûye, jineke reşik li navendê bi cih dike û dixwaze xelk bi vî awayî li van meseleyan binihêrin. Yanî ew hin rêzik û rêgezên xweşikiyê yên ku ji berê de hatine qebûl kirin û nayên guhertin bi vî awayî ji holê radike û awayên dîtinê yên nû nîşanî bîneran dide.

Lê dîsa jî tabloyê wê yê herî balkêş şiroveya “Sistine Chapel ceiling” ango esreqa Şapela Sistine ye. Wê ev resmên li ser şapelê, li ser gewdeyê keştiyekê, keştiyeke ku koleyên reşik tê de ne, bi cih kiriye û bi rêya peyker xwestiye derbarê dîroka Emerîkiyan de hin tiştan bîne ziman û ji bîneran jî dixwaze ku li ser vê dîroka bi êş hinekî bifikirin.

 

Fîgûrên Orîşayan muhim in

Rosales dide zanîn ku ew bi van tabloyên xwe formên Orîşayan ên nû nîşan dide û bi saya van resman ruhê bavûkalên xwe yên ku bi darê zore bûne kole, bi bîr tîne. Raosales dibêje, “Ez heyranê hoseteyên kevin im. Sembolîzm û serpêhatiyên di resmên wan da her tim kela canê min rakirine. Lê min xwest bi vîzyoneke cuda ez nêzî vê meseleyê bibim û min xwest ez serpêhatî û mîtolojiya Efrîkî ya kevnar bi awayekî fîgûratîf li navenda sembolîzma van hosteyên berê bi cih bikim. Mîtolojiya Efrîkî xwedî estetîkeke resen e. Ez dixwazim rûpoşên katolîk ên li ber rûyan daxînim jêr. Ji lewma jî ruhên ku hatine zincîrkirin û koletî li ser wan hatiye ferzkirin, nîşan didim. Fîgûrên Orîşayan ji ber vê yekê muhim in ji bo min.”

 

Ew hukim nakin lê rehberiyê dikin

Di ola Yorûba de tenê Mesîhek yan jî kesekî muhim nîne. Berevajî baweriya yek xwedayî, her kes dikare ji xwe re ruhekî bineqîne û ji vî ruhî bawer bike. Yanî ew bi xwe dibin avakarê qedera xwe û ji vî awayî, ev ola hanê naşibe olên din ên ku li ser xelkê hukim dikin. Rosales cudahiya vê olê û ruhên Orîşayan bi vî awayî rave dike; “Ew taybetmendiyên xwezayê û her wiha hin hêlên ruhê insanan jî di xwe de dihewînin. Tişta herî muhim jî ew ne ji bo ku hukman bidin hene, ew rehberiyê dikin ji insanan re da ku insan rêya xwe bibînin û qedereke xweş bijîn. Yanî ew ji bo alîkariyê hene. Mîtolojiya Yorûba ji ya Yewnan û hin serpêhatiyên qatolîk kevntir e. Bi rêya huner ez dixwazim di warê gerdûnî de vê mîtolojiyê bidim xuyakirin.”

 

5 sal ji bo tabloyekê

Rosales pêvajoya ji nû ve resimkirina Şapela Sistine jî nirxand û got; “Xebata Michelangelo ya Şapela Sistine di rêwîtiya min ya hunerî de şopeke mayînde ye. Ez pirr di bin bandora vî karê wî de mam. Min xwest bi şêwaza wî derbarê çand, dîrok û mîtolojiya Efrîkiyan de hin tiştan xêz bikim. Ji bo ez ji nû ve bi şêwaza wî şiroveyekê bikim, 5 salên min buhirîn. Ji bo ez dîroka Orîşayan vebêjim, bivênevê bala min çû ser bazirganiya koleyan. Jixwe, koletî parçeyekî mezin ê trajediya Orîşayan bû û vê nihêrînê kir ku ez di her pêşangehê de parçeyekî çêkim. Dikarim bibêjim ku bi hezkirin û baldariya Michelangelo xebitîm ji bo vê berhema xwe.”

 

Dîroka bi êş ya koletiyê bi bîr bînin

Gava Rosales tabloya xwe ya Şapela Sistine temam dike, serê pêşî difikire ku li ser esreqa dêrekê nîşan bide, lê paşê vê birayara xwe diguherîne: “Gava min parçe hemû anîn ber hev, ez pê hisiyam ku ew dişibin gewdeyê keştiyekê. Keştiyeke koleyan. Ev dîmen û sembola dîroka bi êş a koletiyê bû. Kêfa min ji vê yekê re hat û bi awayekî afirîner min çareseriyeke din peyda kir da ku tabloya xwe nîşan bidim. Ji lewma jî min parçeyên tabloyê anîn gel hev û li ser gewdeyê keştiyekê bi cih kirin. Bi vî awayî min xwest bîner bi rêya mîtolojojiya Yorûba dîroka bi êş ya koletiyê bi bîr bînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.