‘Diranên xwe jî yên şikestî jî nadim dijmin’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 15 Çile 2024 - 16:23

Kedkarê Çapemeniya  Azad, Azad Kalo yê 16’ê Çileyê 2022’yan ji ber kansêrê rehmet kirî: Diranên xwe yên şikestî jî nadim dijmin.

Kedkarê Çapemeniya Azad, Azad Kalo (Yilmaz Yakut) beriya bi du salan, 16’ê Çile 2022’an ji ber kansêra kolonê rehmet kir.

Azad Kalo li gel êşkence, zext û zordarî, revandinê jî ji ya xwe nehate xwar, li ber terora dewleta Tirk bi paş ve gav neavêt û têkoşîna xwe domand. Salên 90’î ku hê qedexe bû rojname bikeve Kurdistanê, wî di 15 saliya xwe de rojname belav dikir. Kalo cara pêşî bi Ozgur Gundemê re dest bi belavkirina rojnameyê kir û bi belavkirina Ozgur Ulke, Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, Yeni Gundem, Yeniden Ozgur Gundem, Welat û Ulkede Ozgur Gundemê ev têkoşîna xwe heta sala 2010’an domand.

Zivistana 1993’an li navçeya Sûrê, Kolana Melîkahmedê Hîzbilkontrayan êriş bire ser wî û ew birîndar kir. Bi xêra rojnameyên ku kiribû bin qoçikê xwe, Kalo ji mirinê filitî. Malbata Kalo ji ber zext û zordariyan bêgav ma ku koçî Edene bike, lê piştî demeke ne dirêj ji bo ku pê zor hat ku ji welatê xwe koç bike, Kalo tevî malbata xwe dîsa li Kurdistanê vegeriya.

 

Yan girtin yan jî kuştin

Dayika Kalo, Yadê Mewlûda got, Kalo dema ku dest bi belavkirina rojnameyê kiriye, gotiye,”Em ê yan bêne girtin yan jî bêne kuştin‘‘ û wiha domand: ‘‘Her sibeh dema ku ji malê derdiket min li pey wî av dirijand. Rojekê jinbira wî got Yilmaz birîndar bûye. Dema ku em çûne nexweşxanê me dît ku bi kêrê ji şeş deveran birîndar bûye. Ji ber rojnameyên ku kiribûn bin qoçikê xwe, kêr bi kûr ve neçûbû. Kincên wî çiriya bûn. Kincên wî di nav kîsekî de bûn. 15 rojan li nexweşxanê razandin, çawa ku ji nexweşxanê derket, karê xwe ji cihê mayî domand.”

Yadê Mewlûda têkoşerî û baweriya kurê xwe Azad Kalo bi van gotinan dibêje: “Carekê dîsa dema ku ew kiribûn nezaretê, polêsên Tirk diranên wî şikandibûn. Diranên xwe yên ku hatibûn şikandin, anîn malê. Min gotiyê, tu yê çi bi van diranan bikî? Got, ´Ez diranên xwe yên şikestî jî nadim dijmin.’ Ji ber êşkenceyê, piyên wî timî şîn û reş dibûn. Ji bo wî her tişt doza wî bû. Bi doz û gelê xwe re dilsoz bû.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.