Dîplomasiya şer a Tirkiyê

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:28

  • Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê didome. Lê dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê jî nikare xwe li ber gerîla rabigre. Ji ber wê, dixwaze bi kişandina hêzên din ên nava şer, pêşî li gerîlayên azadiya Kurdistanê bigre.

Bi sala nû re de Artêşa Tirk a dagirker ku pişta xwe daye teknîk û hevkariya PDK’ê derbên giran ji gerîlayên azadiyê xwar. Bi taybet di operasyona gerîlayên azadiyê ya li Zapê de, dewleta Tirk şok bû û derbek giran xwar. Gerîlayên Azadiyê di 12’ê Çileya 2024’an de li dijî dagirkerên li Zapê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok lidar xist. Di operasyona şoreşgerî de herî kêm 61 dagirker hatibûn cezakirin.

Piştî vê derbê, dewleta Tirk trafîka dîplomasiyê da destpêkirin. Destpêkê Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin berê xwe da Bexda û Hewlêrê. Piştî vê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan zemîna êrişan bi gefên li ser YNK’ê amade kir. Hakan Fîdan di 4’ê mehê de carek din gef li YNK’ê xwar û da zanîn ku ew neçarin gavên zêdetir bavêjin. Hakan Fîdan beriya wê jî di 16’ê Çileya 2024’an de gefa êrişan xwaribû, piştî gefên Hakan Fîdan, di 18’ê Çileyê de şoreşger û pêşenga jin a Kurd Firyal Silêman li Kerkûkê hate qetilkirin. Piştî gefên Hakan Fîdan, rayedarên dewleta dagirker berê xwe dan Bexda û Hewlêrê. Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di 22’yê Çileya 2024’an de serdana Iraqê kir, Kalin tevî serokkomarê Iraqê bi gelek rayedarên Iraqê re civiya. Piştre Îbrahîm Kalin serdana Hewlêrê kir û di 28’ê Çileyê de bi Mesud Barzanî re civiya. Li gorî agahiyan, Kalin ji bo destwerdana Kerkûk û dijberiya tevgera azadiya Gelê Kurd serdana Hewlêrê kiriye. Ji xwe piştî serdanê, heya niha jî encûmena parêzgeha Kerkûkê nekariye bicive û waliyek Kurd ji bo Kerkûkê were diyarkirin.

Wezîrê şer li Bexda û Hewlêrê ye

Piştî Kalin, vê carê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî berê xwe da Enqereyê. Reîsî li Enqereyê bi serokkomarê Tirk Erdogan re civiya. Tevî hat gotin, mijara sereke ya civînê şerê Hamas-Îsraîlê bû, lê tê gotin dewleta Tirk ji Îranê xwestiye dijî tevgera azadiya Kurdistanê alîkariyek zêdetir bide. Wezîrê şer Yaşar Guler û Serfermandarê Artêşa Tirk a dagirker Metîn Gurak çûn Bexdayê. Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Metîn Gurak di serdana xwe ya Bexdayê de, destpêkê Serokkomar Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin pêk anîn. Piştre jî bi Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî re civiyan. Herwiha wezîrê şer ê Tirk pişt re jî bi Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd Riza El Ebasî û Wezîrê Karên Navxwe Ebdulemîr Şamarî re jî rûniştin. Derbarê civînê de, ji Serokkomariya Iraqê daxuyaniyek hate weşandin. Li gorî daxuyaniyê, serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di civînê de ji Tirkiyeyê xwestiye êrişên xwe yên li ser serweriya Iraqê bidin rawestandin û qeyranên heyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Derbarê civîna bi serokwezîrê Iraqê re jî, ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê di civînê de serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji wezîrê şer ê Tirk re ragihandiye ku ew binpêkirina serweriya welatê xwe red dikin û ew ê hemû tedbîran bigirin. Derbarê civînên bi rayedarên din yên Iraqê re ti daxuyaniyek nehate belavkirin. Lê balkêşe ku civînên vê carê, di asta herî jor ên leşkerî de jî pêkhatin. Weke her carê rayedarên dewleta Tirk a dagirker carek din berê xwe dan Hewlêrê. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şandeya pêre, piştî hevdîtinên li Bexdayê, duh berê xwe dan Hewlêrê.  Wezîrên şer li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl û Berpirsê Karûbarên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatin pêşwazîkirin. Wezîrên şer wê li Hewlêrê bi rayedarên PDK’ê re bicive!.

Bîrdariya şehîdan bombe kirin

Di 27’ê Hezîrana 2019’an de, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li Binarê Qendîlê komkujiyek pêkanîn. Di encama êrişê de Ebdullah Elî, Kurdistan Ebdullah û Heryad Ebdulah ên ji gundê Aşqulke şehîd bûn û ji heman malbatê 5 kesên jî birîndar bibûn. Wezîrên şer yên dewleta Tirk a dagirker beriya ku bigihên Hewlêrê, balafirên şer yên artêşa Tirk bîrdariya Şehîdên Kortekê ya li Binarê Qendîlê bombebaran kirin û di encama êrişê de bîrdarî bi temamî hilweşiya. Di rojeva rojnameyên Erebî yên serdanên berpirsên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo Iraqê û zext û gefên dewleta Tirk ên ser Iraqê ji bo li gel wî dijî PKK’ê şer bike hebûn. Rojnameya El Erebî nûçeyek bi sernavê ‘Zext û şantajên Tirkiyeyê li dijî Iraqê ji bo ku li gel wî şerê PKK`ê bike’ weşand. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku Tayyîp Erdogan pêwîstiya Iraqê bi pêşxistina hevkariya aborî bi Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka avê fêm kiriye, ji bo wê dest bi şantajkirina Bexdayê kir ku ji bo tevlî şerê Tirkiye yê li dijî PKK`ê bibe, ev helwest di serdana wezîrê parastinê yên Tirkiyeyê Yaşar Guler ji bo Bexdayê piştî serdana serokê îstixbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ji bo Bexda û Hewlêrê bi du hefteyan, zelal dike. Hêjayî gotinê ye ku şandeya wezîrên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gel Serok û serokwerzîrê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re civiyane.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.