Dinya balonek e, pê bilîze!

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Gulan 2023 - 05:22

  • Lîstika bi navê “Tenê Ez” ya Teatra Jiyana Nû piştî demekê dîsa li Amedê derket ser dikê. Lîstika ku ji ber filmê “Dîktatorê Mezin” yê Charlie Chaplin hatiye adaptekirin, behsa dîktatorê bi navê Dîko dike. Dîko jî weke hemû dîktatorên dinyayê yên doh û îro, dinyayê dişibîne balonekê û pê dilîze.

ARDÎN DÎREN / AMED

Min doh bi şev li Şanoya Bajêr a Amedê, li lîstika şanoyê ya bi navê “Tenê Ez” careke din temaşe kir. Teatra Jiyana Nû ya ku di bin banê NÇM’ya Stenbolê de ev bi salan e, karên şanogeriyê dike û lîstikên Kurdî derdixe ser dikê, vê carê jî lîstikeke xweşik derxistiye ser dikê.

Lîstika bi navê “Tenê Ez” ku zêdetir bi mîzansen û her wiha dekorên anîmasyonî xwe nîşan dide, ji ber filmê Charlie Chaplin yê bi navê “Dîktatorê Mezin” hatiye adaptekirin. Ev film, yek ji filmên bi deng ê Chaplin e. Film sala 1940’î hatiye çêkirin û behsa dîktatorên weke Hîtler û Mussolînî dike. Filmê “Dîktatorê Mezin” her wiha Nasyonal Sosyalîzma Elmanyayê jî li bin guhê erdê dixe û bi hostetiyeke mezin a hunerî, rexne dike. Film, esas, panaromayeke dinyayê ye, yanî film bi her awayî nîşan dide ku halê dinyayê ne ti hal e û ew di destê dîktatorên mezin de bûye weke balonekê, baloneke ku ji xwe re pê dilîzin û henekên xwe pê dikin!

Filmê “Dîktatorê Mezin” bi mijar û lîstikvaniya Chaplîn di dîroka sînemayê de jî yek ji komediyên herî navdar e. Lê sahneya wî ya ku bi balonê dilîze jî di nav sahneyên filman de sahneya herî aqilane û estetîk e. Kêm sahneyên bi vî rengî hene ku ji temaşevanan re bibêjin, “Dîktator dinyayê li ser tiliya xwe digerînin!” û vê yekê bêyî tank û top nîşan dide. Tenê bi balonekê… dans û baloneke ku di ser qûna dîktator re difire. Gelek xeyalên dîktator hene li ser vê balonê. Yanî di vê sahneyê de balon metaforeke pirr girîng e û helbet ew dinyayê temsîl dike. Bi vê sahneya estetîk û aqilane, Chaplîn henekê xwe jî bi dîktatoran dike. Ev sehne, her wiha rexneyeke siyasî jî dihewîne. Jixwe, wezîrê Adolf Hîtler ê çek û cebilxaneyê Albert Speer dide zanîn ku jidil jî baloneke Hîtlerî hebûye, lê balona Hîtlerî ji ya Chaplîn mezintir bûye!

 

Hîtler jî du caran li filmî temaşe dike

Dema ku film tê çêkirin, hîna jî Nazîzim têk neçûye û Hîtler li ser piyan e. Albert Speer li filmê “Dîktatorê Mezin” temaşe dike û bi vî awayî dinirxîne; “Teswîreke bêhempa ya Hîtler”. Li gorî gotinên leşkerekî ku di Wezareta Çandê ya Nazîyan de xebitiye û paşê reviyaye Emerîkayê, Hîtler jî îdare nekiriye û kopyayên filmê “Dîktatorê Mezin” xwestiye û du caran li filmî temaşe kiriye. Her çiqas film bi niyeteke xerab çênekiribe jî, Charlie Chaplin piştî ku filmê çêdike, nirxandineke bi vî rengî dike; “Heger min zanibûya rewşa kampên Naziyan ewqasî xerab in, min dê filmekî wiha çênekiribûya û bi zimanekî mîzahî mesele şirove nekira.”

 

Em pirr fikirîn lê me kêm hîs kir!

Dinya êdî ji dîktatorên ku dibêjin; “Tenê ez!” aciz bûye. Dinya ji insanên ku aqil û dilên wan ji hesin in û weke makîneyan dixebitin, aciz e. Ev gotina Charlie Chaplin ku di dawiya filmê “Dîktatorê Mezin” de weke tîradeke dirêj cih digire û her wiha di lîstika “Tenê Ez” de jî hatiye bikaranîn, nîşan dide pêdiviya me bi hîskirinê heye, ne bi aqilê zêde ku nebaşiyê ava dike; “Li min negirin, ez naxwazim bibim împeretor. Na, ev ne îşê min e. Ez naxwazim kesî bi rê ve bibim û naxwazim deverekê jî fetih bikim. Dixwazim alîkariya her kesî bikim. Alîkariya cihûyan, yên dîtir, zencî û gewrikan. Divê her kes alîkariya hinekan bike. Însanetî wiha dest pê dike. Em dixwazin ji bo bextewariya hev du bijîn, ne ji bo neqenciya hev. Divê em ji kesî nefret nekin. Divê em li azadî û xweşikiyê bigerin, ev dinya têra me hemûyan dike. Lê me riya xwe şaş kir! Çavbirçîtî ruhê me mirovan lewitand, dinya bû kana nefrete, hinekan em di nav xemgîniyê de hiştin. Em pirr zû bi pêş ketin, lê me zirar li xwe kir. Me mekîne şixulandin, da ku em bigihîjin daxwazên xwe. Lê me zanîna xwe ji bo nebaşiyê bi kar anî. Em gelekî fikirîn, lê me pirr hindik hîs kir. Ji makîneyan bêhtir, em hewceyî insanetiyê ne. Ji aqil bêhtir em hewceyî dilovanî û kubariyê ne…”

 

Xezeba Dîko û yekîtiya pizotan

Şanoya “Tenê Ez” li gorî rewşa Tirkiye û Kurdistanê hatiye hazirkirin. Yanî lîstikvanên Teatra Jiyana Nû, film adapteyî roja îro kirine. Ji ber ku li ser rûyê dinyayê dîktator ti carî kêm nabin, ev filmê Chaplîn her zindî dimîne û bi her awayî dikare bibe bersiv ji bo dîktatorên îro. Nexasim jî ji bo rûdanên dawî yên li Tirkiye û Kurdistanê, dibe eynikeke baş da ku mirov careke din rûyê kirêt ê dîktatoran bibîne. Li gorî lîstikê, dîktatorê bi navê Dîko, tevî genaralên artêşa xwe “Şûrtûj” û “Xezebîş” û her wiha leşkerên xwe ku weke “yekîtiya pizotan” tên naskirin, dixwazin li welatê Tûrmanyayê dîktatoryayekê ava bikin. Ji bo vê yekê pêk bînin, dixwazin ji aloziyên siyasî û aborî sûdê wergirin û serweriya xwe bi vî awayî pêk bînin. Jixwe, medya hemû di destê wan de ye (em ji vîdeoyên ku di nav lîstikê de hatine bi cih kirin, dibînin) û propagandeyeke qewî dimeşînin da ku bi ser bikevin. Lê li hêla din jî Kardû hene ku ji dîktatoriya Dîko bêzar in! Dîko li gorî pêvajoyên siyasî dixwaze Kardûyan bi kar bîne, dema mesele dibe dîktatoriya wî, zilma ku li wan kiriye ji bîr dike û ew dikeve pey fen û fûtan da ku wan bixapîne. Ma karê dîktatoran çi ye?

Lîstikvanên ku di lîstikê de cih digirin, pirr baş dilîzin lê divê mirov bibêje ku lîstik hinekî dirêj e. Di hin ciyan de êdî mirov aciz dibe û mirov ji lîstikê qut dibe. Lê dîsa jî vîdeo, anîmasyon, lîstikvanî û bi giştî mîzansenên lîstikê dihêle ku mirov lê temaşe bike. Lîstika “Tenê Ez” dê îro jî li Şanoya Bajêr a Amedê were nîşandan. Xwe bigihîninê û temaşe bikin da ku hûn rûyên dîktatorên îro baştir nas bikin. 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.