Dîmenên balkêş ên kolektîfa xewnan

Duşem 30 Gulan 2022 - 21:27

  • Kolektîfa bi navê “teaLab” hawirdorê, nexasim jî baxçe û daristanan vediguherîne cihê xewnan.

Kolektîfa bi navê “teaLab” hawirdorê, nexasim jî baxçe û daristanan vediguherîne cihê xewnan. Kolektîf bi van hêlên xwe bêhtir li Japonyayê tê naskirin. Kolektîfa teamLab vê carê jî “Baxçeyên Botanîk yên Nagai” yên li Osaka, veguherandine û dema mirov li baxçe dinihêre, çawa ku mirov di nav xewnekê de be, xwe wisa hîs dike.

Kolektîfê, malzemeyên dişibin hêkan û rengo rengo ronahiyê didin hawirdorê, li nav baxçe belav kirine. Her wiha hin ji van hêkên ku di nav tariyê de dibiriqin, li ser avê jî hatine bicih kirin. Kolektîf dixwaze bi vî awayê xweşikiya floraya baxçeyê Nagai nîşan bide.

TeamLab mîsyona xwe wiha diyar dike, “Ji bo em dirêjiya zemanî kifş bikin, hewce ye em di dema niha de tiştên bi mane kom bikin.” Kolektîfê dîmenên balkêş yên ku bala xelkê dibe ser xwezayê, ava kirine û dema mirov li “dîmenên xewnan” yên baxçe dinihêrin, mirov li ser zeman û xwezayê dihizirin.  

OSAKA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.