Dilsoziya bi çandê re

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:58

EHMED EL ESAF / ANHA / REQA

Mueyed El Icêlî mala xwe ya li bajarokê Sehil ê başûrê Reqayê veguhast muzexaneyeke gelêrî ku bi vî awayî çanda xelkê Reqayê diparêze. Mueyed tiştên kevnar berhev dike û li mala xwe bi cih dike. Mueyed (40) ji Reqayê ye, li dibistanên bajêr jî mamostetiyê dike got:"Ez girîngiyê didim her tiştên girêdayî çanda madî û nemadî, wek stran, adet, çalakî û tiştên antîk. Ew hezkirin û dilxwaziya min e." Derbarê muzexaneya xwe ya biçûk de El Icêlî got:"Gelek tiştên kevnar hene, ji wan ên girêdayî rês, alav û ta, amûrên çêkirina qehweya erebî. Her wiha bi sedan kevnareyên baqir hene û hin ji wan heta niha tên bikaranîn wek hawan, qehwedank û destara destan a qehweyê, tasên baqir, amûra hevîrtirşikê ya textî. Li gel min qumaşên ku bi destan li ser hatiye neqşkirin jî hene. Radyo, saetên kevnar, tizbî, kildank, agirpeşk, mizmar, def û neqşên ji zêdetirî 50 salan de hene." El Icêlî da zanîn ku ew ji bo parastina dîrok û reseniya herêmê van tiştên kevnar berhev dike. Di dawiya axaftina xwe de El Icêlî bi devoka Reqayê bang li şêniyên Reqayê kir ku van tiştên kevnar biparêzin, ji ber ku yên kevnarên wan tune be, niha û pêşeroja wan jî tune ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.