Dilsozên Rêber APO û şehîdan

Sêşem 14 Gulan 2024 - 02:45

  • HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got: Em hevrêyên xwe yên hêja yên xwe bi serketinê ve girêdabûn û şêwaza fedaî ya Apoyî esas girtibûn, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya derbarê gerîlayên şehîd de ev tişt anîn ziman:“Di 18’ê Nîsana 2024’an de di encama êrîşên dijmin ên li dijî herêma Xakûrkê de hevrêyên me Merwan û Tûfan şehîd bûn.

Hevrêyên me Merwan û Tûfan li her qada ku lê bûn bi awayekî fedaî tevlî bûn û ji bo xeta Apoyî bi jiyanî bikin kedeke mezin dan. Ew exlaqa jiyana partiya me ji bo xwe kirin çavkaniya pêşketinê û bûn milîtanên bi mînak. Li ser esasê dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdan re hewl dan hemû erkên xwe bi cih bînin. Mîna milîtanên fedaî yên Apoyî bûn xwedî têkoşiyaneke xurt ya bê sînor. Mîna milîtanên dilsozê Rêber Apo û şehîdan, ji bo bicihanîna armancên xwe her tim xwe ji bo qadên herî zehmet pêşniyar dikirin. Hevrêyên me Merwan û Tûfan ên ku amade bûn li her qadê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî serketî bi cih bînin, xwedî li berpirsyariyên xwe yên dîrokî derketin û karîn bi vê seknê di dilê hevrêyên xwe de cih bigirin. Em careke din hevrêyên xwe yên hêja yên xwe bi serketinê ve girêdabûn û şêwaza fedaî ya Apoyî esas girtibûn, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Merwan û Tûfan re dixwazin û soza xwe nû dikin ku têkoşîna hevrêyên xwe bi biryardarî bidomînin.

Fedayî û wêrek bûn

Hevrêyê me Merwan Zêrevan li bajarê Helebê jidayîk bû, bi çanda Kurdewarî û hişmendiya neteweyî mezin bû. Di sala 2014'an de derbasî çiyayên azad bû. Hevrêyê me Merwan weke şervanekî wêrek tim li dijî dijmin derket û di dilê hevrêyên xwe de bi wêrekbûna xwe cihekî mezin girt. 

Hevrêyê me Tûfan li navçeya Dihê ya Sêrtê di nava malbateke welatparêz de tê dinê. Di sala 2012’yan de tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me di têkoşîna destanî ya ku li dijî dagirkeran hatî meşandin de bû xwedî kedeke mezin û weke milîtanekî Apoyî dixwest ji hemû êrîşan re bibe bersiv.”

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Merwan Zêrevan (Ahmet Îbrahîm El Ahmet), li Helebê jidayîk bûye, 18’ê Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Tûfan Koçer (Ahmet Bayar), li Sêrtê jidayîk bûye, 18’ê Nîsana 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.