Dilsozên berxwedana PKK’ê

Pêncşem 4 Gulan 2023 - 15:31

HPG'ê têkildarî 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, daxuyaniyek da û got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe ji bo azadiya gelê me kirine feda, ti carî xwe ji vê berdêlê nedane alî û îro jî têkoşîna xwe li ser xeta fedaîtiyê dewam dikin. Hevrêyên me Harûn, Bager, Dijwar û Egîd jî dilsozê kevneşopiya berxwedanê ya partiya me PKK'ê bûn, di êrîişên dijmin de şehîd bûn.

Bila serê malbatên hêja yên ku ewladên herî leheng ên bi vî rengî dan têkoşîna azadiyê ya gelê me û wezîfeya xwe ya welatparêziyê bêkêmasî bi cih anîn, û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em careke din soz didin ku têkoşîna destanî ya li ser xeta şehîdan bi ser bixînin.

Hevrêyê me Harûn li gundê Reşîne yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Sala 2015'an ji zanîngeha Meletiyê weke komeke qelebalix a xwendekarên rewşenbîr, biryar da tevlî nava têkoşînê bibe û li Kobanê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû.

Kesayetiya cewherî, karkerî, şoreşgeriya yekpare, dînamîzma ciwantiyê, sekna bi biryar û baweriya bi serketinê ya hevrêyê me Harûn wê her tim rê nîşanî hevrêyên xwe bide, ji bo ciwanên Botanê, ciwanên Kurd û Ereb wê bibe milîtanekî mînak.

Hevrêyê me Bager li navçeya Qelqelî ya Wanê ji dayik bû. Sala 2014'an li herêma Wanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Bager bi dilsozî û hezkirina ji bo hevrêyên xwe, kir ku hevrêyên wî hemû jê hez bikin. Taybetmendiyên xwezayî yên herêma Serhedê bi îdeolojî û exlaqê Apoyî gihand hev û bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Bager li herêma Metînayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. 

Hevrêyê me Dijwar li Şirnexê, li Cizîrê ji dayik bû. Di sala 2015'an de ji zindanê derket û serî li ber êrişên mêtingeran netewand, li Şirnexê bi rengekî çalak tevlî têkoşîna xweparastinê bû. Di sala 2016'an de berê xwe da çiyayên qedîm ên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrê Dijwar ku girîngiyeke mezin dida têkiliyên hevrêtiyê ku yek ji nirxên herî girîng ên partiya me PKK’ê ye, ji bo kûrkirina têkiliya hevrêtiyê PKK’ê ya pîroz kedeke mezin da.

Hevrêyê me Egîd li navçeya Bêgirî ya Wanê ji dayik bû. Sala 2015'an berê xwe da qada Rojava û cihê xwe di nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de girt. Bi kesayetiya xwe ya rast û dilpak kir ku hevrêyên wî rêzê jê re bigirin û baweriyê pê bînin. Di gelek xebatên krîtik de cih girt. Hevrêyê me Egîd her kêliya xwe li çiyayên Kurdistanê bi sekneke watedar a bi rastiya Rêbertî û şehîdan re kir yek. Ew di êrişa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Harûn Tolhildan (Recep Kaya), li Sêrtê ji dayik bûye, 26’ê Nîsana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Bager Wan (Selçûk Kiliççeken), li Wanê ji dayik bûye, 26’ê Nîsana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Dijwar Kiçî (Mehmet Emîn Goçer), li Şirnexê ji dayik bûye, 26’ê Nîsana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Egîd Bargiran (Mûrat Koçhan), li Wanê ji dayik bûye, 19’ê Tebaxa 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.