HPG'ê şehîd Ûlaş Pîr bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Ûlaş ku bû milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt û şehîd bû."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Hevrêyê me Ûlaş Pîr ku zivistana 2010'an li qada Cîlo gava bi erka xwe radibû, ji ber mij û berfa zêde di meşa şevê de ji koma xwe qut bû û eşkere bû ku şehîd bûye. Hevrêyê me Ûlaş ku felsefeya Rêber Apo nas kir û tevlîbûneke îdeolojîk li partiya me PKK'ê kir, tercîha xwe li aliyê azadiyê danî, bi kesayetiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya durust bû milîtanekî fedaî. Hevrêyê me Ûlaş ku têkoşîna xwe her tim mezin dikir û dilsozê rastiya Rêber Apo û şehîdan bû, bi jiyana derwêşane û hevrêtiya ji dil bû milîtanek ku her tim mînak bê dîtin.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Ûlaş Pîr em sersaxiyê ji tevahiya xelkê me yê Koçgirî yê welatparêz dixwazin û diyar dikin ku em ê armanc û hesreta şehîdên xwe bi cih bînin.

Hevrêyê me Ûlaş li nava malbateke demokratîk, weke ewladê dayikeke Kurd û bavekî Tirkmen ji dayik bû, ku malbata wî bi eslê xwe ji Sêwasê ye û ji ber pirsgirêkên madî neçar ma koçî yek ji metropolên Tirkiyeyê Enqereyê bike. Di sala 2007'an de tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bû. Hevrêyê me ji bo karibe wezîfeyên şoreşê bi serketî bi cih bîne bi xurtî dixebitî, ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo xizmeteke hîn baştir û pêkanîna armanca şehîdên me yên nemir a ji bo paşerojeke azad, tevlî nava Hêzên Taybet bû. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de bi rengekî milîtanî jiya û tevlî bû. Li ser şopa fedayiyên me yên nemir bi rengekî bêteredût meşiya û bû milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo, li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt û şehîd bû. Weke hevrêyên wî di şexsê hevrêyê me Ûlaş de em ê ji bo bîranîna şehîdan hemûyan têkoşîneke hêjayî wan bimeşînin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Ûlaş Pîr bi vî rengî ne;

Ûlaş Pîr (Emre Saçli), li Enqerê jidayîk bûye, sala 2010’an li Cîlo şehîd bû. 

BEHDÎNAN