HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got; “Li hemberî her cure êrîşan hevrêyên me bi îrade û biryardariyeke mezin a Apoyî têkoşiyan û heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî nirxên azadiyê man.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne ev agahî da:
“Li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku berxwedaneke destanî lê pêk tê, artêşa Tirk a dagirker di sê salên dawî de êrîşên giran dike. Di van êrîşên da hevrêyê me Zagros ê ku yek ji milîtanê pêşeng ê gerîlatiya serdema nû ya di serê sala 2023an de, hevalên me Darav, Egîd û Salar di sala 2022’an de û hevalê me Cûdî jî di sala 2021’an de şehîd bûn.
Hevrêyên me, ku her yek ji wan weke milîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê ne, li dijî hemû êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên me, bi îradeyeke bilind û biryardariya Apoyî şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî girêdayî nirxên azadiyê man û nemir bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û careke din soza xwe nû dikin ku xeyalên Kurdistana azad a şehîdên xwe pêk bînin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;
Zagros Çekdar (Mesût Celal Osman), li Dirbêsiyê jidayîk bûye, sala 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Darav Feraşîn (Bedirxan Abî), li Colemêrgê jidayîk bûye, sala 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Egîd Gever (Yilmaz Bayram), li Colemêrgê jidayîk bûye, sala 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Cûdî Berxwedan (Abdulselam Yildiz), li Şirnexê jidayîk bûye, sala 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Salar Atakan (Mûrat Aşan), li Mêrdînê jidayîk bûye, sala 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN