17 Cotmeh’ê li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbateke xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû, 3 jin jî birîndar bûn. Cenazeyê Dilovan li wargeha Mexmûrê ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.
Cenaze bi tevlîbûna hezaran kesî, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Nûjîn ya wargehê spartin axê.
Piştî rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî û got:’’Dewletek ewqas rezîle ku dikare ji bo kesekî welatparêz bi dehan balafirên xwe rêke. Hebûna me ji bo dijmin wek kabûsekêye. Şehîd Dîlovan bi kîlometereyan ji wargehê dûr hat armanc girtin. Emê bi sekna xwe ya mîna Şehîd Dîlovan dijmin û xayînan têkbibin.”
Mamê Şehîd Dîlovan, Mehmûd Îşlek jî axivî û got: “Ev ne şehîdê destpêkê ye, bila serê gerîlayên azadiyê û girtiyên azadiyê saxbe. Heta xiyanet têkneçe emê bi sernekevin.”
Dayîka Şehîd Dîlovan Îşlek, Helîm Îşlek a ku di heman bûyerê de bîrîndar bûyî jî got: “Dilovan kurê we hemûyan bû. Serê Serokatî, gerîlayên serê çiya û girtiyên azadiyê saxbe. Ez soz didim şehîdan ez li ser doza Dîlovan nevegerim.”
Piştî merasîmê cenazeyê Şehîd Dilovan bi dirûşmeyên ‘Bimire xiyanet’ û ‘Şehîd nemirin’ ber bi goristan Şehîd Nûjîn ve hate birêkirin û li wir sipartine axê.
ROJNEWS/MEXMÛR