Dilop Dilop

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 14 Adar 2024 - 00:39

  • Ku hûn di quncika dilê xwe de bi mêvandarî cihekî vekin, ji îro pê de heftiyê carekê li deriyê dilê we bidim, kul û derdên xwe hevpar bikim. Em ê her tişti dilop dilop binuqtînin deryayek xweş av, civakeke xweşawaz ava bikin û bibin pêlek gewre.

OSMAN KAPAN

Xwînerên hêja û delal ev dem û hemû demên we xweş, bi aram û bextewar bin, dilê we mêvanê gulên çiya be. Bilbil li ser gulê, hûn li ser nejiyayî bixwînin, da bêne jiyandin.

Ku hûn di quncika dilê xwe de bi mêvandarî cihekî vekin, ji îro pê de heftiyê carekê li deriyê dilê we bidim, kul û derdên xwe hevpar bikim.

Emê silaveke germ û ji dil bidin Gurbetelî ya jîr, Sara ya çelenk û dilpak, Xelîl Çiya, Seyît Evran û hemû şehîden çapemenî yê, li gel şehîden şoreşê bi minetî bibîrbînin. Carina emê bibin mêvanê zerdeştêkal, manî yê medî. Em çi bikin dê bi hev re be. Başî ya me teva, çewtî ya min e.

Carina em ê demê bimeyînin, carna paşeroj û pêşerojê di meşka gelnasî ya (Folklora) Kurdî de bikeyînin! Em e kul û derdên xwe bi hev re parve bikin, dil li dil germ bikin. Carina di zêmarê de lal bibin, carina di dîlana xweşiye de bilîlînin û di evîna netewî de bicivînin, hest û dil hevpar bikin. Êşa Amedê, sinê, Zaxo, Şengalê (Êzîdxan), Qamişlo û hemû hemwalatiyên xwe bi hev re his bikin, yekîtiyê li ser hîmê kurdî bar bikin.

Êm ê çîrokên nebûyî an jî li ber bûyînê ji hevûdinre bêjin. Lewra, her jiyan bi çîrokê dest pê dike, bi çîrokê diqede. Ji bo ku jiyan heyinê de jîn bikin, lewma em çîrok bêjîn. Ku em bixwazin, di zemhelîlê de biharê bixemlînin, di havînê de berfa pûk bibarînin...!

Emê carina li deştê bi xezalan re bibezin, carina bibin mêvanên çiyayên azad û bi notirvanên çiyayîyan re hemhal bibin. Ew ê çîroka xwe ji me re bêjin, emê guhdar bikin û bibin şirîkê çîroka wan... Lewma her parvekirin şirîka zêde dike. Bêguman Hevalçiyayiyan dîlên azadîyê jî em ji bîr nakin, ligel mêvandariyê di guldanka dilê wan de jî gulekê biçînin û bi hevdur re bêhn bikin. Bi hev re bêjin ev çiya serî natewînin, mêvanperwerin lê neyarkujin!

Emê carina ji wêjêya kurdî gulekê bêhn bikin, bibin dilopek xwe berdin nav, da evîna Kurdî ji dil kêm nebe. Kurt û kurmançî, emê ji aş û bajar bidin hev carina li seradê, carina li bêjingê bidin. Ya baş emê bavêjin aş, ya nebaş bavêjin kaş...!

Emê her tişti dilop dilop binuqtînin deryayek xweş av, civakeke xweşawaz ava bikin û bibin pêlek gewre.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.