Kovara Dilop a ku du mehan cerekê derdikeve bi hejmara xwe ya 37’an careke din li hemberî xwendevanan e. Kovara Dilop di her hejmarekê de bi çand, huner û polîtîkayê dadikeve. Di vê hejmara nû de jî dîsa bi dosye, nivîs û helbestan bi zimanê Tirkî û Kurdî karekî hêja biriye serî.
Nivîsên bi Kurdî yên vê hejmarê ev in; Şi’ra Berken Bereh (Selamî Esen), Sibehên Piçûk (Fevzî Bîlge), Ber Bi Rewanê Ve (Bêrîvan Matyar).
Her wiha helbestên Eskerê Boyîk, Berken Bereh, Qedrî Êlxo jî di vê hejmarê de berê xwîneran didin helbestê.
Wêneyê bergê kovarê jî ji hela şêwekar Delawer Omar ve hatiye çêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN