Kovara Dilop a ku serê du mehan û carekê derdikeve bi hejmara xwe ya 29’an careke din derket pêşberî xwîneran. Kovar bi Kurdî û Tirkî derdikeve.
Kovara Dilopê di vê hejmara xwe de dosyayeke bi navê “Di destpêka sedsalê de di bin dorpêça operasyona leşkerî û siyasî de çareserî” hazir kiriye. Dosye bi destê Serpîl Îlgîn hatiye hazirkirin û Doç. Dr. Arzû Yılmaz, nivîskar Yuksel Genç û siyasetmedar Ferda Koç axivîne.
Li hêla din şêwekar û nivîskar Fewzî Bîlge jî bi nivîsa xwe ya “Em porê xwe bikin mifte vê carê” bi çalakiyên jinên serhildêr daketiye û nivîskar Mesût Alp jî li ser dîrokê nivîseke bi vî sernavê “Bi çar tiştan dîroka Sumeriyan” nivîsandiye. Bulent Ulus jî ligel nivîskar Faîk Bulut axiviye û Ozler Ergun jî bi şêwekar Burhan Kum re peyiviye.
Hin nivîskarên din ên vê hejmarê ev in; Recep Dildar, Medayin Demirbaş, Rêzan Diljen, Alî Yavuz, Sadik Aytekin, Kemal Înal, Enwer Yilmaz, Şukrî Îsmaîl, Faratê Dengizî, Mehmet Toptaş, Yucel Kayiran û Muzaffer Orucoglu ne.
NAVENDA NÛÇEYAN