Hejmara 19’an a Kovara Dilopê derket. Kovarê bi vî awayî 3 sal li pey xwe hiştin.
Kovara Dilopê du mehane bi Kurdî û Tirkî di warê çand-huner û siyasetê de weşanê dike bi hejmara xwe ya 19’an li pêşberî xwîneran e. Kovara ku di Newroza 2018’an de dest bi weşanê kiribû, bi vê hejmara xwe 3 sal li dûv xwe hiştin.
Dosya vê hejmarê meseleya bişaftinê ye. V. Metin Bayrak bi Bulten Kuçuk hîndekarê Zanîngeha Bogazîçiyê re hevpeyvîn kiriye û li ser dahûrandina bêzimaniyê perspektîfeke pirralî peşkeş dike.
Barış Avşar bi şaristaniya Urartuyê daketiye û serencama wan bi awayê çîrokbêjekî pêşkêşî xwîneran dike. Sezai Sarioglûyê helbestvan jî çavdêriyên xwe yên serdana Qersê weke şairekî radigihîne.
Mesut Alp ê arkeolog vê carê bi mîta Şahmaranê dadikeve. Ronî Nasirkaya bi Ayhan Erkmen ê çîrokbêj re hevpeyvînek kiriye. Ozan Serhedî li ser kilamên Şakiro analîzek kiriye.
Mela Mihyedîn ligel Xelef Diljan ê şêwekar hevpeyvîn kiriye. Wênesaz Fewzî Bîlge jî dîsa bi wêneyeke xwe reng dide kovarê.
AMED