Vanessa Barragão jineke ji başûrê Portugalê ye û ew hunermendeke jêhatî ye di warê tabloyên ji xalîçeyan de. Tesîra bajarê wê Albufeira û behra Atlantîkê gelek e li ser wê.
Ew tîne bîra xwe ku ji zarokatiya xwe ve bi destan tiştan çêdike: “Ji qesrên ji qûmê heta bi cilûbergên bûkên lîstikê. Gava çûm dibistanê min hîs kir ku ez dil ketime xêzkirinê. Di 6 saliya xwe de min dizanî êdî ka karê destan ji bo çi qasî girîng e.”
Gava ku Vanessa Barragão dibe 18 salî berê xwe dide paytext Lîzbonê û li wir mastira xwe li zanîngehê dike. Ew dîzayna cilûbergan dixwîne. Lê ew ne tenê weke hunermend li wir digihe. Ew êdî bi çavekî rexnegir li serfkariya zêde, zexta li hawîrdorê tê kirin dinihêre û vê di berhemên xwe yên hunerî de jî nîşan dide. Ji ber wê jî wê xwe ji modeya cilûbergan dûr kir û berê xwe da pêvajoyên pêşiyan ên tekstîlê, yên weke tevn û çêkirina berr û xalîçeyan.
Li Portoyê ji 2016’an heta îsal ew ji sinetkariyeke berrçêkirinê re weke dizaynker xebitî û di heman demê de projeyên xwe yên tekstîlê bi pêş xistin. Îsal ew berê awira xwe êdî dide projeyên xwe bi tenê û li studyoya xwe ya li Albufeira berhemên xwe çêdike. Ji bo vê vegera xwe ew dibêje: “Destpêka 2020’an min biryar da li koka xwe vegerim.”
LÎZBON