Dilê Şehram Nazirî nexweş e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 03:37

Hunermendê Kurd ê navdar Şehram Nazirî ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê. Ajansa Muzîkê ya Îranê, hunermendê navdar ê Kurd, Şehram Nazirî yê Kirmaşanî, ji ber nexweşiya dil rakirine nexweşxaneya Tehranê û li wê derê tê dermankirin.

Hunermendê navdar sala 2017’an ji ber nexweşiya pişikê li nexweşxaneyê hatibû dermankirin û piştî dermankirina çend rojan, çûbû mala xwe.

 

Şehram Nazirî kî ye?

Şehram Nazirî sala 1949 li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê û di nav malbateke hunermend de ji dayik bûye. Pêşengê malbata wan di vî warê de Hacî Xanê Nazirî bûye ku mamostetiya pirraniya hunermendên Kirmaşanê kiriye.

Şehram Nazirî, xwediyê 40 albûman e. Hostayê sêtarê ye lê tembûrê jî dijene. 

Ew di 25´ê Sibata 2006’an de li bajarê San Diego yê Amerîkayê wekî Majorê San Diegoyê hat pejirandin. Wezareta Çandê ya Fransayê ji bo berhemên wî di warê muzîkê de xelata Fransî ya herî mezin Legion d’Honneur ya şovalyetiyê da wî.

Yekîtiya Asya û Neteweyên Yekbûyî wî wekî "gencîneya çanda zindî" qebûl dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.