‘Dilê Rojhilat’ li Berlînê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Îlon 2023 - 00:20

Li paytexta Elmanya Berlînê pêşangeheke ku civakên etnîk û dînî nîşan dide, bi navê “Dilê Rojhilat” hat vekirin. Pêşangeh dê heta 1’ê Çileyê 2024’an li Zitadelle Spandau vekirî be.

Pêşangeh bi alîkariya Buroya Aştiyê ya Jinê ya Cenî, Nav Berlîn, Kurdische Centrum, Hînbûn û Akademiya Êzîdî ve ji hêla Dr. Thomas Kramer hat vekirin.

Di pêşangeha li Zitadelle Spandau-ZAK (Navenda Hunera Hemdem) de wêne û modelên ku bawerî û çanda Kurdî ya li Kurdistanê nîşan didin û her wiha wêneyên Komkujiya Ermeniyan nîşan didin, hatin nîşandan.

Welatiyên Elman û Kurdistaniyan jî elaqeyeke mezin nîşanî vekirina pêşangehê da.

Di vekirina pêşangehê de Dr. Thomas Kramer ji ber elaqeya mêvanan, malavahiya wan kir. Dr. Kramer got, ew nû Kurdan nas dike û got, "Me di vê pêşangehê de kompozîsyoneke ku karibe Kurdan, Kurdên Êzîdî û Ermeniyan îfade bike, amade kir. Îro kela canê me hemûyan bi hev re bi vê yekê radibe."

Heta serê salê vekiriye

Pêşangeha li Zitadelle Spandau-ZAK (navnîşan: Am Juliusturm 64, 13599 Berlîn), ji bilî rojên pêncşemê her roj saet di navbera 10.00 û 17.00´an de wê vekirîbe. Her wiha wê heta 1’ê Çileyê 2024’ tenê roja pêncşemê saet di navbera 13.00 û 20.00 de vekirî bimîne.

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.