Meşa dirêj a ciwanên kurd a li Elmanyayê jî di roja xwe ya 3'yan de dewam dike û ew doza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin. Meşa ciwanan a rûreşkirina tecrîdkirina Ocalan ji bajarê Heilbronnê dest pê kiribû. Doh li Ludwigsburgê ciwan ji bo ku meşa xwe dewam bikin civiyan. Li ser navê qederê 150 ciwanên Kurd Serhad Baran peyivî û pêş bal bire ser erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê: “Dilê me li cem miletê me ye. Ji bo alîkariya bi mexdûran re lazim e miletê me yê li ewrûpayê zend û benda vemale.”
Li ber hepsê çalakî
Ciwanan meşa xwe ber bi Stuttgartê ve dewam kir û li ber Hepsa Stammheimê ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî yên Kurd re çalakiyek li dar xist. Li vir meşvanan xwest dewleta Elman dadgehkirinên siyasî yên li dijî Kurdan ê xwe disipêrin xala qanûna ceza ya 129b'yê bi dawî bike.
Qederê 150 ciwanên Kurd ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Holanda û Belçîkayê tevlî meşa dirêj dibin û meş wê 11'ê Sibatê li Freiburgê bi dawî bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN