‘Dilê bajêr’ di bin avê de dihêlin!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 22:00

  • Dewleta Iraqê bi çêkirina “Bendava Makhoul”ê dixwaze hin şûnwarên dîrokî yên bajarê Aşûr di bin avê de bihêle. Di nav van şûnwarên dîrokî de “Deriyê Tabîra” yê ku tê maneya “Dilê bajêr” jî heye.

ARDÎN DÎREN

Dewleta Iraqê bi çêkirina “Bendava Maxûl” dixwaze bajarê kevnar ê Aşûrê û her wiha 200 şûnwarên dîrokî yên ku li wê herêmê ne, di bin avê de bihêle. Bajarê Aşûrê her çiqas di sala 2003’yan de weke mîrateya dinyayê ya hevpar kete lîsteya UNESCO’yê û hatibe parastin jî, dewleta Iraqê di sala 2002’yan de biryara bendavê dabû, lê ji ber şerê Emerîka û Iraqê, ev biryar hatibû taloqkirin. Lê di sala 2021’ê de dîsa dest bi çêkirina bendavê kirin û niha heger bendav çêbe, av wê bide ser gelek şûnwarên dîrokî. Yek ji van şûnwarên herî girîng ê dîrokî jî “Deriyê Tabîra” ye.

Ji Zanîngeha Tikrîtê lêkolîner Xelîl El-Ciborî, li ser encamên ku “Bendava Maxûl” derxe holê, bi saziya sivîl a bi navê “Lîwan” re axiviye û gotiye, “Kesên ev biryar dan, li ser encama ku bendav wê derxe holê, nesekinîn û lêkolîn jî nekirin. Ez wek kesekî ku berê ji ber şer ji cihê xwe bûme, dibêjim, heger bendav were çêkirin, dê gelek kes mecbûr bimînin cih û warên xwe biterikînin. Li gorî texmîna min, 250 hezar kes wê ji warê xwe bibin.”

Dîroka bajarê Aşûr
 û deriyê Tabîra

Bajarê “Aşûr” niha di nav sînorên eyaleta Selaheddînê de ye û nêzî çemê Zêya Piçûk e. Bajarê Aşûr 3.000 sal beriya mîladê hate avakirin.

Destpêkê, xwedayên Sumerî yên weke Enlîl û Îştar xweda û xwedawendên herî muhim bûn, li wê herêmê. Heta ku bajar beriya mîladê di sala 612’an de bi destê Babîlê hat hilweşandin jî hêza xwedewenda Îştar û hin xwedawendên din, dewam dikir û têkiliya bajarê Aşûr timî bi xwedaya bereketê Îştar re hebû. Deriyê Tabîra (ina libbi) ku tê maneya “dilê bajêr” di navbera mezelên xwedawendên wî zemanî û baxçeyên Îştar de xwedî peywireke muhim bû. Her du cih bi hev du ve girê didan. Kesên bixwestana biçin serdana zîguratên Aşûriyan, hewce bû di vî deriyî re derbas bibin. Li gorî agahiyên lêkolîneran, bajarê Aşûrê ku wê demê bajarekî pirr girîng bû, ji festîvalên biharê yên wî zemanî re pêşengî dikir. Di dema festîvalê de dîsa “deriyê Tabîra” muhim bûye û gelek kes di vî deriyî re derbas bûne û serdana bajêr kirine.

DAIŞ’ê xwest derî hilweşîne!

Çeteyên DAIŞ’ê sala 2015’an êrişî “Deriyê Tabîra” kirin û xwestin bi bombeyan vî deriyê dîrokî hilweşînin. Piştî êrişên DAIŞ’ê zirar li du stûnên girîng ên derî bû, lê dîsa jî derî bi temamî hilneweşiya. Piştî van êrişan, sala 2020’an, Navenda Arkeolojî û Mîrateyên Çandî ya Zanîngeha Emerîkayê (AUIS) ku li bajarê Silêmanî ye dest bi hin xebatan kir da ku “Deriyê Tabîra” biparêze û nehêle ku hilweşe, were xwarê. AUIS ji bo karibe vê yekê bike miracaetî hîbeyan kir û di dawiyê de hîbeya bi navê “Shepard Urgent Action Grant” (Hîbeya çalakiya lezgîn a Shepard” wergirt û niha bi saya vê hîbeyê xebatên xwe yên li herêma Aşûrê didomîne.

Projeya stabîlîzasyonê bi ser ket 

Berpirsyarê karên derve yên AUIS’ê Akam Omer Ahmad da zanîn ku wan ji bo derî li piya bihêlin bi qasî 2 hezar kerpîçî çêkirine û bi van kerpîçan derî qewîntir kirine û êdî tehlûkeya ku derê were xwarê nemaye. Akam Omer Ahmed ku projeya stabîlîzasyonê bi rê ve dibe, dibêje, “Ez pirr kêfxweş im ku projeya me ya stabîlîzasyonê bi ser ket. Êdî stûnên derî dikarin xwe ragirin û telûkeya hilweşîna derî niha tine ye. Lê dîsa jî gelek tiştên girîng hene divê ku werin kirin. Nexasim, cihê derî lê ye, divê ziwa be û şil nebe. Her wiha li derveyî derî jî hin derz çêbûne. Ji bo van pirsgirêkan jî çareser bikin em dixebitin.”

Tehlûke dewam dike!

Deriyê Tabîra li serdanê niha vekirî ye. Hin pisporên mîrateyan niha bi xelkên ku nêzî bajêr in re diaxivin û dixwazin vê herêmê û malên wan biparêzin. Ji bo vê yekê jî bi hikûmeta Iraqê re hevdîtinan dikin. AUIS, bi pergaleke dijîtal ya ku encamên “Bendava Maxûl” derdixe holê li ser vê meseleyê disekine û cihên ku dê di bin avê de bimînin, belge dike. Ji bo ev bendav neyê çêkirin û hişyarî çêbe jî bi wezareta hawirdorê ya Iraqê re, di demeke nêz de dê xebateke anketê bide destpêkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.