Dildariya ji bo firînê û peykerên weke helbestan

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Mijdar 2023 - 00:25

Antoîne Josse wênesaz û peykersazekî ji Fransî ye. Ew di sala 1970’yî de li bajarê Brittany yê Fransayê hatiye dinyayê. Ji mêj ve ye ku ew bi peykerên surrealîst dadikeve û peykerên wî yên pirr minîmal ên piçûk hene. Ev peykerên wî, weke helbestan in, helbestên ku bi nivîseke dîtbarî û plastîk hatibin nivîsandin. Ew çend kubar û xweşik in.

Her wiha resmên wî yên minîmal jî gelek in. Resmên wî jî weke peykerên wî xweşik, sade û nazenîn in. Li gorî Antoîne Josse, huner jî parçeyekî jiyanê ye. Hunermend bi pratîk û afirîneriyên xwe yên hunerî dibin şahidê zemanê xwe.

Kurator Annaballe Cavallîn ji bo xebatên wî şiroveyeke bi vî rengî dike; “Baholên Antîne Josse bi deng û dîmenan dagirtî ne, dildariya ji bo firrînê, çûyîna heyvê, xeyala hunermendiya trapezê tiştên bi vî rengî. Çawa ku di resmên wî de xuya dibe, di peykerên wî de jî her tişt bi sivikayî tê nîşandan; malzemeya wî ya sereke ronahî ye. Lê helbest û arezûya firrînê jî di xebatên wî de xwe her tim didin der. Qederê 20 salan çêbû ku ew berhemên xwe li bajarê xwe Brittanyê, li her wiha li Normandiya, Parîs, Swîsre, Şîlî, Luksembûrg,  Emerîkayê û gelek deverên din ên dinyayê di pêşangehan de nîşanî xelkê dide.”

PARÎS 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.