Dil pîr nabe

Duşem 7 Îlon 2020 - 15:49

  • Zozan Bawer a 64 salî li Îtalyayê beşdarî gelek çalakiyan dibe. Niha jî bi ciwan re dimeşe.

PERVÎN YERLÎKAYA
HANNOVER

Ciwan û înternasyonalîst ji bo azadiya Rêber Apo û li dijî bêbextiya navdewletî ji bajarê Hannover ê Elmanyayê dest bi meşeke dirêj kirine. Di vê meşa dirêj de dayikeke bi kincên neteweyî bala min kişand. Navê wê Zozan e. Min xwest pê re hevpeyvînê bikim. Rondik ji çavên wê hatin xwarê. Erê ez li navnîşana rast bûm.
Zozan Bawer a 64 salî li Îtalyayê beşdarî gelek çalakiyan dibe. Berê jî beşdarî meşên dirêj bûye, lê sal tam nayên bîrê. Dayika Zozan dibêje; “Ez ji Îtalyayê hatim beşdarî meşa ciwanan bûm. Ez sala 1999´an ji Ûrfayê hatim Îtalyayê. Ez bi eslê xwe ji Serhedê me. 2 qîzên min hene. Yek ji wan sala 1999´an tevlî nava refên gerîlla bû û sala 2003´yan li Xinêrê şehîd bû. Tevî 11 hevalên xwe di binê aşûtê de ma. Berî ku bêm Îtalyayê min xwe nas nedikir. Paşê min pirsî ka Kurdistanî çima dimeşin. Bi vî awayî min xwe jî nas kir. Ez tevî zarokên xwe di nava têkoşînê de cih digirim. Piştî ku qîza min şehîd bû, qîza min a din jî beşdar bû, lê ew jî birîndar bû û niha em bi hev re ne. Ez niha di nava xebatên Heyva Sora Kurdistanê de cih digirim. Ez bi xebatên destkariyê yên bi euroyekê difiroşim, debara muhtacan dikim."
Ez jê dipirsim gelo meş ji bo wê ne zehmet e? wisa bersivê dide: “Zehmetiya çi, li cem zor û zehmetiyên gelê Kurd ev ne tiştek e. Ti tiştekî zor û zehmet nîne, dilê min ciwan e.”
Dayika Zozan keda Rêber Apo ya di ber gelê Kurd û jinan de bi bîr dixe û dixwaze Kurd hemû li gorî îmkanên xwe beşdarî çalakiyan bibin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.