Dikanên Bale Seydawe şewitîn
Şemî 17 Nîsan 2021 - 00:20
Li bazara Bale Seydawa ya Hewlêrê agir girte kulikên firoşkaran. Pêr bi şev agir girte kulikên firoşkaran. Ji ber şewatê hinek kulik û dikanên firoşkaran şewitîn.
Li gorî şahidên bûyerê, şewat ji ber temasa ceyranê derket. Agir ji aliyê tîma vemirandinê ve hate vemirandin.
Ti ziyana canî çênebû. Lê ziyana madî çêbû.
HEWLÊR