- Kumpanya Med bi şêwaza "Komediya Absûrd" armanc dike ku klasîkên berê û yên nûjen bigihînin hev.
Kumpanya Med bi şêwaza "Komediya Absûrd" armanc dike ku klasîkên berê û yên nûjen bigihînin hev. Ew 2021’ê li Amedê hat avakirin. Kom, 13'ê Adarê de li Şanoya Bajêr a Amedê derket pêşberî şanohezan. Kom, ji parêzer, endazyar û mamosteyan pêk tê û dixwaze bi rêbaza "Komediya Absurd" klasîkên cîhanê bi dîrok, felsefe, siyaset û wêjeyê bihûne û pêşkeşî şanohezan bike.
Listikvanê komê Sedat Benek dibêje, "Koma me ji 4 zilam û 2 jinan pêk tê. Ji koma me du jê parêzer du jê endezyar in, yek jê dermanfiroş û yek jî jê mamosteya nîgarê ye."
Teknîker û nivîskar Umut Yilmazer jî dibêje, wî heta niha qederê 20 nivîs ji Hinek Henekê re nivîsandine. Ew dibêje, Em dixwazin Gulan û Hezîranê biçin Êlîh û Wanê jî."
MA/WAN