Dijwar û Bawer şehîd bûn

Pêncşem 11 Tebax 2022 - 21:15

  • QSD`ê got, “Du hevrêyên me doh (pêr) di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li gundewarê bajarê Qamişlo şehîd bûn.”

QSD`ê nasnameyên du şervanên xwe ku li gundewarê bajarê Qamişlo di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir û soza dewamkirina têkoşînê heta bi têkbirina dagirkeriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) doh nasnameyên du şervanên xwe yên ku pêr li gundewarê bajarê Qamişlo di encama êrişeke balafirên bêmirov ên biçek yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kir.

QSD`ê got, “Du hevrêyên me doh (pêr) di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li gundewarê bajarê Qamişlo şehîd bûn.”

QSD´ê ji bo şehîd Dijwar Kobanê got, “Hevrêyê me Dijwar Kobanê di şerê li dijî terora DAIŞ`ê de pêşengî kir û tev li gelek operasyonên paqijkirina herêman û rizgarkirina gel ji çeteyan, bû. Her wiha li dijî êrişên dagirkeriya Tirk jî li ber xwe da û zêdetirî nîvê temenê xwe di oxira parastina herêmê û gelê wê de bihurand. Ji lew re, cihê xwe di dil û wijdanê gel de girt.

Gel bû şahidê exlaqê wî yê baş, ruhê wî yê hevrêtiyê û girêdana wî bi nirxên şehîdan û destketiyên şoreşê re.”

QSD´ê ji bo şehîd Bawer Ridwan Eniz (Çiya Qamişlo) jî  got, “Di nava malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke têkoşînê de rabû û bi armanca parastina xakê û niştecihên wê tev li hêzên me bû. Şehîd Bawer di pêkanîna erka xwe de ti carî dudilî nebû.

Sûcên dewleta Tirk a dagiker û êrişên wê yên terorê yên li dijî herêmên me, têkoşîna me dê kêm neke, berovajî vê israra me ya têkoşîna li hember dagirkeran û sîxurên wan zêdetir bike.

Li ser vî esasî, em ji malbatên şehîd Dijwar û Çiya û ji tevahî hevrê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em tekez dikin ku heta têkbirina dijmin û rizgarkriina xaka xwe ya dagirkirî em têkoşîna hevrêyên xwe bidomînin.”

Edîb Nûrî Hemşo jî şehîd bû

Wekî din hat zanîn ku di heman êrişê de sivîlê ji gundê Mula Sibat Edîb Nûrî Hemşo jî şehîd bûye. 

Ji destpêk salê ve di êrişên dewleta Tirk de 40 şervanên QSD´ê û 22 sivîl jî hatine kuştin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.