Dijminê zimanê Kurdî ye

În 29 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihandiye. 

Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk cezayê dsîplînê yê li mamosteyên ku li gorî banga Egîtîm Senê ya ji bo saetekê perwerdehiya bi zimanê dayikê tevgeriyabûn, mafdar dît.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihandiye. Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) jî bi boneya 21’ê Sibatê bang li hemû mamosteyan kiribû da ku li dibistanan saetekê bi zimanê dayikê dersê bidin. Bi hinceta ku 22 mamoste tev li vê banga Egîtîm Senê bûne, cezayê dsîplînê li wan hatibû birrîn. Dadgeha Destûra Bingehîn jî ev cezayê li mamosteyan hatiye birrîn weke binpêkirin qebûl nekir.

Mamosteyên ku li navçeyên Lice, Sûr û Yenîşehîrê li dibistanên seretayî, navîn û amadehî dixebitîn, di 22’yê Sibata sala 2016’an de li ser biryara Egîtîm Senê “saetekê bi zimanê dayikê” ders dabûn. Bi vê hincetê jî derheqê wan de lêpirsîna dsîplînê hatibû destpêkirin û ji ber vê çalakiyê jî cezayê şermezarkirinê li wan hatibû birrîn.

Destûr Kurdî qedexe dike

Li ser vê yekê, mamosteyan û Egîtîm Senê biryar bir Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk. Di miracaetê de hat gotin, mafê azadiya raman, civîn, xwepêşandan û meşan hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk biryara xwe komî da û miracaeta Egîtîm Senê bi hinceta “Cezayên dsîplînê yên li endaman hatine birrîn tenê bandor li mafên wan kiriye” red kir. Ji bo perwerdeya zimanê dayikê jî Dadgeha Destûra Bingehîn got, “Di xala 42’yemîn a Destûra Bingehîn de hatiye destnîşankirin ku zimanê perwerdeyê Tirkî ye. Lewma jî ji bilî Tirkî, ti sazî nikarin perwerde û hîndekariyê bi zimanekî din bikin.”

Dadgehê îddia kir ku cezayê li mamosteyan hatiye birrîn di cihê xwe de ye û mafê azadiya raman nehatiye binpêkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn, biryar da ku cezayê birrîna mûçeyan û cezayê şermezarkirinê ne binpêkirin e.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.