Dijminê me gornebaş e
Şemî 17 Tîrmeh 2021 - 05:04
Pêr êvarê ajansa fermî ya dewleta Tirk bêyî ku bi qest bike, sûcekî din ê dema şer û dagirkeriyê yê dewleta Tirk eşkere kir. Ev sûc jî di çarçoeveya sûcên dema şer ji yên herî mezin tê qebûlkirin.
Ajansê îdîa kir ku dagirkeran li Efrînê, li navenda bajêr goreke komî dîtiye. Lê ev derewa wê zû lê eşkere bû. Damezrênerê "Hevdestî Sînerjî", rojnamevan û parezvanê mafê mirovan Izedîn Salih di cih de tesbît kir ku cihê "gora komî" goristana şehîdan bû ku şehîdên Berxwedana Serdemê lê dihatin veşartin. Beriya dagirkirina bajêr bi demeke kurd goristan ji bo şehîdan hatibû çêkirin.
Izedîn Salih ê ji Serêkaniyê gumana xwe jî eşkere kir: "Diyar e hingê hatibû texrîbkirin, beriya ku Tirkan doh 'ew keşf' kir."
Ji Sûriyeyiyên ji bo Rastî û Edaletê, Alexander McKeever jî bi liberhevgirtina wêneyan, wêneyên satelîtan û testbîtkirina cihî (geolocation û nexşeyên Google Earth) piştrast kir ku devera dewleta Tirk a dagirker cenaze jê derxistin, goristana şehîdên Berxwedana Serdemê bûye. Li gorî vê goristan ji 6´ê Sibata 2018´an heta dagirkirina Efrînê, ji bo veşartina cenazeyên şehîdan hatiye bikaranîn.
35 cenazeyên ku dewleta Tirk ji vê goristanê derxistî jî yên şehîdan in. Ji wêneyan diyar dibe ku Hezîrana 2018´an dagirkeran bi dozeran goristan xira kiriye.
Bûyerê kir ku mirov bibêje, "Dijminê me gornebaş e".
Sûcê li dijî mirovahiyê
Li ser mijarê Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hêzên dagirker ên Tirk cenazeyên şehîdên ku di dema dagirkirinê de ji bo parastina bajarê Efrînê şehîd bûn, ji bin axê derxistin, dûv re jî rastî berevajî kirin û weke "goreke komî" pêşkêşî raya giştî ya cîhanê kir.
Em bang li civaka navneteweyî dikin da ku tavilê zend û bendan bade û vê qirkirinê rawestîne, û Efrîn û xelkê wê ji sûcên dema şerî û sûcên li dijî mirovahiyê biparêze."
NAVENDA NÛÇEYAN