Dijminê hev li dijî Kurdan bûne yek
Şemî 2 Îlon 2023 - 00:05
- Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ji bo têkbirina DAIŞ’ê, şaneyên rejîma Şamê û Tirkiyeyê li herêmê gelek girîng e. Divê xelkê herêmê bi fitneyê neyên xapandin û piştgiriya QSD’ê dewam bikin.
Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ya QSD’ê li Dêrazorê dewam dike.
Rayedarekî Navenda Ragihandinê ya QSD`ê destnîşan kir ku çeteyên ji herêmên rejîma Şamê derbasî rojhilatê Dêrazorê bûne, dîsa ber bi rojavayê Firatê ve reviyane û da zanîn ku xebatên wan li dijî yên mane, dewam dikin.
QSD’ê agahiyên din têkildarî çeteyên ji herêmên rejîma Şamê derbasî herêmê bûne û amadekariyan dikin ji bo ku êriş QSD`ê bikin, parve kirin. Navendê destnîşan kir ku hin aliyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê doh êvarê çek derbasî herêmê kirin ji bo ku fitneyê li herêmê derxin û her wiha zext jî li rûsipiyên herêmê kirin. Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî li ser malpera xwe ya fermî agahiyên din parve kirin û nivisî: “Çeteyên ku derbasî Cedîde El Igêdat bûne, dîsa ber bi herêmên rejîmê yên li rojavayê Firatê ve reviyan. Xebatên girtina çeteyên mayî li El Şihêl berdewam in.”
Nûçeyên derew parve dikin
Ji roja operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku Hêzên QSD’ê dest pê kiriye, torên dezgehên dewleta Tirk a dagirker, rejîma Şamê û aliyên dijber, şerê çapemeniyê li dijî herêmê dimeşînin û bi rêya wê hewl didin ku fitneyê li herêmê derxin.
Li ser hin malperên medya dijîtal, dîmenên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê belav bûn ku qaşo amadekariyan dikin da ku piştgiriya komên sûcdar û bazirganên narkotîkê yên li Dêrazorê bikin. Piştî şopandinê û lêgerîna rastiyê, hin çavkaniyên taybet eşkere kirin ku çete bi zanebûn û bi fermana istîxbarata dewleta Tirk û dezgehên çapemeniyê yên girêdayî wê, mîna van dîmenan bikişînin û belav bikin. Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çete hatibûn eniyên şer lê dîsa li cihê xwe vegeriyane. Armanca wan tenê, têkbirina îstiqrara li herêmê ye.
Operasyon gelekî girîng e
Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê destnîşan kirin ku operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ji bo têkbirina DAIŞ`ê, şaneyên hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê li herêmê gelekî girîng e. Wan her wiha got, divê xelkê herêmê bi fitneyê neyên xapandin û piştgiriya QSD`ê dewam bikin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Xelîl El Wehiş axivî û got, “Operasyon, ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û şaneyên girêdayî rejîma Sûriyeyê dest pê kir. Propagandaya li ser medya dijîtal, derew e û armanca wê, derxistina fitneyê û tevliheviyê di nava gelên herêmê û hêzên leşkerî de ye.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Nûrî Xelîl jî got, “QSD’ê xebatên lêgerînê li beşên berfireh ên rojava û rojhilatê Dêrazorê kirin. Gelek cihên şaneyên DAIŞ’ê û şaneyên berpirsên têkbirina ewlehiya herêmê, tine kirin.”
Fermandarekî din ê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed El Omer jî destnîşan kir ku operasyon ji bo tinekirina şaneyên girêdayî Tirkiye, rejîmê, Îran û DAIŞ`ê ye û got, “Operasyona me ji bo xilaskirina herêmê ji van şaneyan e. Divê xelkê herêmê bi me re hevkariyê bike.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Îbrahîm El Asî bang li xelkê herêmê kir da ku ji îdiayan bawer nekin ku dibêjin, komên çekdar ên meclisê ne û diyar kir ku têkiliya van koman bi meclisê re nîne.
Rejîm hewl dide aramiyê têk bibe
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê têkildarî bûyerên li Dêrazorê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wek her tim rejîma Şamê hewl dide bi rêya şerê taybet di bin diruşmeyên neteweyî û etnîkî de derbê li ewlehî û îstiqrarê bide û parçebûnê bixe navbera rêveberiyê û gel. Îro jî bi rêya derbaskirina komên girêdayî xwe di koorîdorên ne rewa re, hewl dide ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe, da ku pêkanîna erkên exlaqî yên hêzên me li beramberî gelê herêmê û mayîndekirina ewlehiyê li herêmê, asteng bike. Em bang li tevahiya gel dikin ku di asta berpirsiyariya dîrokî de tevbigerin, berjewendiya nîştimanî di ser her tiştî re bigirin, destketiyên şoreşê biparêzin. Em ji her demê zêdetir nêzî welatekî azad û demokratîk in.”
Li her malê şervanek QSD′ê heye
Rûspiyê eşîra El Sade El Tifêhîn Mihemed Ehmed El Elî diyar kir ku di nava pirraniya malbatên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şervanên QSD′ê hene û got, ew li kêleka zarokên xwe yên di QSD′ê de ne ku Operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" li dijî destwerdana derve dane destpêkirin. El Elî bang li eşîrên Dêrazorê kir da ku hişyar bin, nekevin xefka şerê taybet ê dewleta Tirk: "Peyama me ji gelê me yê li Dêrazorê re; beramberî fitneyan hişyar bin, ji gotinên li ser medyayên dijîtal û îdîayên ku şerê heyî şerê Kurd-Ereban e, hişyar bin. Em bang li xelkê xwe dikin da ku nekevin xefka daxuyaniyên ji herêmên dagirkirî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve. Ji ber ku yên çavdêriyê li wan daxuyaniyan dikin, çete ne. Yên li Tirkiye, herêmên dagirkirî û yên destwerdanê li kar û barên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û hewl didin fitneyan derxin, nûnertiya gelê herêmê nakin, divê dûr bin û destwerdanê nekin. Ji ber ku ew çete ne, xwe firotine û hewl didin herêmên me dagir bikin."
El Elî di dawiyê de bang li rûspî û şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir da ku li hember destwerdanên derve helwêstekê nîşan bidin û hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê teşhîr bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN