Dijmin li Tarsûsê 20 kes kirin nezaretê
Çarşem 22 Hezîran 2022 - 22:48
- Li navçeya Mêrsînê Tarsûsê, polêsan dewleta Tirk bi ser malan de girt û 20 kes kirin nezaretê.
Li navçeya Mêrsînê Tarsûsê, polêsan dewleta Tirk bi ser malan de girt û 20 kes kirin nezaretê.
Doh sibehê, polêsên Tirk bi ser malan de girt û 20 kes kirin nezaretê. Hate zanîn ku 20 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” kirine nezaretê, birine Midûriyeta Polêsan a Navçeyê.
Navên hinan ji van kesan hat zanîn û ew jî hevserokê HDP’a Navçeyê yê berê Ahmet Kizmaz, Mahîde Çîçekdag, Gulistan Çîçekdag, Mûstafa Yildirim, Diyar Şeker, Fûat Yaman, Mûrat Polat û Ahmet Amûtgan in.
Wêneyên ku xelkê giuhand me, nîşan didin ka polêsan çawa avêtiye ser van malan û deriyên wan şikandine û her tişta li malê binpê kirine.
MÊRSÎN