Dijmin hevpar e tekoşîn jî divê hevpar be

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 6 Îlon 2023 - 05:05

  • ‘Meşa Azadiyê’ a ciwanên Kurd û şoreşgerên înternasyonalîst, di roja 3’yan de bi coş didome. Şoreşgerên înternasyonalîst, bal birin ser wê yekê ku rêya rizgarbûna ji sîstema heyî bi Ocalan dibe û ji bo azadiya wî divê têkoşîn bê xurtkirin.

BERFÎN DENIZ / BOCHUM

Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û azadiya wî, ‘Meşa Azadiyê’ ya ku ciwanên Kurd û ciwanên şoreşger ên înternasyonalîst bi hev re organîze dikin, li Elmanyayê bi coş dewam dike. Ji welatên cuda nêzî 40 ciwanên înternasyonalîst tevlî meşê bûne û tevî qederê 200 ciwanîn Kurd di çalakiyê de cihê xwe digirin. Herî zêde înternasyonalîst ji Elmanyayê ne.

Ciwan di roja 2’yan a çalakiyê de, li Stasyona Navendî ya Trênan a Bochumê hatin ba hev, ber bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve meşiyan. Piştî ku gihîştin navendê, ciwanan bêhna xwe veda, Êvarê jî wan derbarê dîroka Kurdistanê, pêşbirkeke zanînê pêk anî.

Ciwanên Elman ên di nava meşê de ne, ji rojnameya me re axivîn û destnîşan kirin ku daxwazên wan ên hevpar in, fikrên Ocalan, ji bo sîstema ku ew qebûl nakin, alternatîf e û ji ber vê jî ew ê ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin.

 

Paradîgmaya Ocalan çareserî ye

Lilan a ku ji paytexta Elmanyayê Berlînê tevlî çalakiyê dibe, di nava xebatên ciwanan û ekolojiyê de cih digire. Lilan dide zanîn ku wê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendine û dibêje, “Dibe ku têkoşîna evqas mirovan a ji bo Rêber Apo, mirovan matmayî bike. Lê dema ku hûn paradîgmaya Rêber Apo ava kiriye, dixwînin û lê serwext dibin, hûn dibînin ku ji bo bipêşketina modernîteya demokratîk, yekane rê ye. Ji ber vê yekê, divê Rêber Apo bi fizîkî azad bibe.”

Lilan wiha bang li înternasyonalîstan dike: “Dijminê we bi tenê dewleta Elman nîne, divê em li hemberî dewletên împeryalîst têbikoşin. Jin, jiyan, azadî.”

 

Piştî Jîna Amînî min nas kir

Grafîker û hunermendê çanda hîp-hop û muzîka rapê, Deniss ji Hannoverê tevlî çalakiyê bûye. Piştî ku dewleta Îranê Jîna Amînî di 16’ê Îlonê de qetil kir, ew Tevgera Azadiyê ya Kurd nas dike. Deniss ji bo ku Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn ji nêz ve nas bike, pirtûkên Ocalan dixwîne. Deniss dibêje, “Fikrên Birêz Ocalan, ji bo gelek tevgerên çep û sosyalîst alternatîf in. Bersiva pirsa em ê li dijî sîstema kapîtalîst çawa bi rêxistin bibin, Rêber Apo dide.’’

 

Li dijî têkîliyên berjewendiyan tekoşîna hevpar divê

Mara Maya ya 24 salî jî yek ji înternasyonalîstên ji Elmanyayê ye. Maya xwendekara Zanistên Civakî ye, û îşaret bi vê yekê dike: “Alternatîfa Rêber Apo ya li dijî sîstema baviksalar, gelekî girîng e. Di beşa zanistên civakî de, fikrên Rêber Apo gelekî girîng in. Divê ciwanên înternasyonalîst, bi hev re li dijî têkîliyên berjewendiyan a dewleta Elman û dewleta Tirk, bi hev re têbikoşin.” Mara dibêje, ew ê heta dawî ji bo azadiya Ocalan li ber xwe bide.

 

Çepgirên Ewrûpayê di krîzê de ne

Yek ji kesên ji Berlînê tevlî çalakiyê bûye, Livyon e. Livyon di nava xebatên polîtîk ên ANTÎ-FA’yê de cih digire û dibêje, “Li gorî min îdeolojiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo me Ewrûpayiyan gelekî girîng e. Esas, çepgirên li Ewrûpayê, ji aliyê fikrî ve di nava krîzê de ne. Ji ber vê, ev paradîgma ji bo derketina ji vê krîzê rênîşandêr e. Bêguman gelek tiştên em li ser biaxivin hene, lê xala herî girîng bi ya min, ev e.”

Livyon dibêje, Yekîtiya Ewrûpayê û Elmanya, li hemberî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi zanebûn xwe kerr û kor dikin: “Ji ber ku birêz Ocalan li dijî sîstema kapîtalîst têdikoşe. Li dijî dîlgirtina birêz Ocalan, divê em bi hev re têbikoşin.’’

 

Li dijî şerê psîkolojîk têkoşîn

Laura jî ji paytexta Elmanya Berlînê tevlî çalakiyê bûye. Ew di nava ekîba Komûna Ciwanan a Înternasyonalîst de cih digire. Laura diyar dike ku yekane rêya serketina di şerê li dijî sîstemê de, tekoşîna hevpar e: “Divê em bi hev re bi rêxistin bibin û vê rêxistinbûnê di nav gel de berfireh bikin. Rêxistinbûn tiştekî zehmet e. Em jî li hemberî sîstema em tê de, bi bin dikevin. Ji bo vê, divê em helwêst, berxwedan û hizirên Rêber Apo hertim nîqaş bikin û li wan serwext bibin.”

Laura bi bîr dixe ku bi taybetî jin li hemberî sîstemê şerekî mezin dikin û dibêje: “Afirînerên cîhaneke nû wê jin bin. Ji ber vê, divê em bersiva pirsên ’Em çawa dijîn û divê em çawa bijîn’ baş bidin.’’ Ew herwiha bang dike li înternasyonalîstan, da ku piştgiriyê bikin.

 

Rotaya nû Duisburg e

Çalakiya meşa dirêj bi coş didome. Îro ango roja 3’yan, meşvan wê li Stasyona Navendî ya Trênan a Oberhausenê werin ba hev û ber bi Duisburgê ve bi rê kevin. 

Wêne: DENÎZ BABÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.