Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî eşkere kir. Meclisê soz da ku ew ê bersiva her hewldaneke dagirkirina herêmên din ên Sûriyê bide.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, Wîsam El Omer di civîneke çapemeniyê de bîlançoya meha Tebaxê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundewarên Girê Spî û encamên van êrişan, eşkere kirin.
Wîsam El Omer destpêkê got, dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina kantona Girê Spî û beşên berfireh ji gundewarên wê ve di sala 2019'an de, kêliyeke tenê jî pêkanîna sûcan li herêmên gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê ranewestiyaye. Wî got, armanca dewleta Tirk bi van êrişan ew e ku niştecihên herêmên sînorî yên li beramberî eniyên şer bide koçberkirin û qada dagirkeriyê li Sûriyê berfirehtir bike.
Hewldanên dagirkeriyê hatine têkbirin
El Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên li dijî tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Til Temir, heta Eyn Îsayê û Minbicê, êrişên xwe li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî zêdetir kirine.
El Omer têkildarî bîlançoya Tebaxê ya êrişên li dijî Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ev agahî dan: “Di Tebaxê de 412 êriş bi her cûre çekên giran û sivik, du êriş bi dronan pêk anîn. Di encamê de ziyan gihişt milkên welatiyan, saziyên xizmetguzariyê yên wekî stasyonên ava vexwarinê yên Hîşa û Fatisa. Her wiha ji ber hedefgirtina kabloyên elektrîkê, elektrîk li ser herêmê qut bûye.”
Wîsam El Omer diyar kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, meha bihurî bersiva hewldanên xweberdana nav hêzên wan ên çeteyên Tirkiyê yên li derdora gundê Mişêfre têk biriye.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer di dawiyê de soza bersivdayîna hemû hewldanên dagirkeriya Tirk ên dagirkirina herêmên zêdetir ji xaka Sûriyê û têkbirina ewlehiya herêmê da û got, ji her kesê ku hevkariya dijmin dike, wê hesab bê pirsîn.
ANHA / EYN ÎSA