Dijî êrîşên Tirk bêdeng neminin!

Duşem 26 Tebax 2024 - 02:20

DFG, MKG û DÎSK Basin Îşê dijî suîkasta terorî ya Tirk a li ser çapemeniya azad daxuyaniyeke hevkar dan. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên çapemeniyê yên navnetewî kirin ku li dijî êrîşên terorî yên Tirk ên li ser çapemeniya azad dengê xwe rakin.

Şehîdbûna du rojnamevanên jin ên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li nav raya giştî ya bû sedema hêrs û kînê û gelek çalakiyên şermezakirinê.

Gelek saziyên mafê mirovan, saziyên çapemeniyê, saziyên jinan dijî suîkasta terorî ya Tirk a li Silêmanî ya li ser rojnamevên jin ên Kurd helwestê nîşan didin. 

Di çapemeniya cîhanê de jî êrîşa Tirk weke, ‘’Di êrîşên Tirk de du rojnamevan hatin qetilkirin’’ hate dîtin. 

Komeleya Jinan a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) û DÎSK Basin-Îşê li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatin cem. Di daxuyaniya hevpar de nûnerên gelek saziyan û rojnamevan hazir bûn. 

Polîsên ku ber DFG'ê dorpêç kirin, bêyî sedem ragihandin ku wê destûrê nedin ku daxuyanî bê dayîn. Kedkarên Çapemeniya Azad ku guh nedan dorpêçê, dirûşmeyên "Çapemeniya Azad nayê tepisandin" berz kirin. 

Rêvebera MKG'ê Aysel Işik ku di dropêçê de axivî, got: "Em MKG, DFG û DÎSK Basin Îş, pêşî êrişên dijwar ên li hemberî Çapemeniya Azad şermezar dikin û bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî van êrişên sistematik demildest tev bigere."  

PDK hevkarê êrîşê ye

Işikê anî ziman ku armanca van êrişan ew e ku Çapemeniya Azad bi temamî bê tunekirin û dengê gel bê tepisandin û got ku PDK jî hevkarê van êrişan e.  

Dengê xwe rakin

Işikê bilêv kir ku ew ê bi biryardarî li dijî hemû êrişên li hemberî Çapemeniya Azad bitêkoşin.  

Işikê bang li rêxistinên çapemeniyê û parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got,"Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî çapemeniya azad dengê xwe bilind bikin." 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.