Dijî darbeya li ser vînê heta sibehî nobet

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 01:45

  • Dijî darbeya qeyûm ya li ser vîna Colemergê heta sibehî nobet hate girtin. Berxwedana dijî darbeya qeyûm li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê berbelav dibe. Di berxwedanê de tê diyarkirin ku ew ê darbeya qeyûm neyê qebûlkirin.

Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm a duh li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatiye destpêkirin didome. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de gelek kesan heta sibê nobet girtin.

Parlamenteran li ser Cadeya Bûlvan a walîtî lê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Li herêma ku parlamenter lê çalakiyê lidardixin bi sedan polîs hatin bicihkirin. Wekîlan heta serê sibê çalakiyên xwe yên nobetê domandin.

Amed

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Peyas a Amedê ji bo bertek nîşanê tayînkirina qeyûm bide ji avahiya xwe ya Peyasê heta Vîlayên Semta Dîclekentê meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên "Colemêrg ya me ye şaredarî ya me ye", "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em li hemberî zextan serî natewînin" û "AKP dê hesabê bide gel" hatin berzkirin. Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, hevserokên DEM Partiyê yên Peyasê û gelek kes tev li meşê bû.

Polîsan xwest partiyiyan asteng bike, lê girseyê tevî dorpêça polîsan jî meşa xwe berdewam kirin û polîtîkayên qeyûm şermezar kirin. Li derdorê jî gel bi çepik û wesayîtan jî bi lêdana qorneyan piştgiriya girseyê kirin.

Rezan

Girseyê gel ji kêleka Girtîgeha Tîp a E ya Rezanê  heta Hatboyûyê meşiya. Girseyê dirûşmên “Colemerg ya me ye şaredarî ya me ye”, “Bijî berxwedana gele Kurd” hwd. berz kirin. Di tevahiya meşê de welatiyan li çepikan dan û ajokaran jî ji bo piştgiriyê li qornê xistin. 

Sûr

Li Navçeya Sûrê ya Amedê gel ji bo bertek nîşanê tayînkirina qeyûm ya li Şaredariya Colemêrg'e bide meşiyan. Girse ji avahiya navçeya Sûrê dest bi meşê kir û heta ber deriyê Mêrdînê meşiyan. Gel jî daket kolanan û piştgiriya partiyiyan kir. Dikandar û rêwiyên ku girse dîtin bi çepik û dirûşmeyan piştgirî dan meşê. Wesayîtên derbasbûyî ji bo piştgiriya girseyê li qorneyan xistin. Tevî astengiya polîsan jî girseyê bi vîneke mezin bi dirûşmeyan meşa xwe berdewam kir.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana gel", "Colemêrg a me ye Şaredarî ya me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Zext nikarin me asteng bikin" hatin berzkirin. Piştî meşê girse li avahiya navçeyê kom bû û belav bû.

Bajarê nû

Li Navçeya Partiya DEM'ê ya Bajara Nû jî partiyiyan xwest meş li dar bixe, lê çalakiya wan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn li vir daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku xebatên partiya wan ên siyasî tên astengkirin. Şahîn, bertek nîşanî dorpêça avahiya partiya wan da û wiha got: "Hûn vê dorpêçê li dijî kesên ku welat talan kirine nagirin. Em mafên xwe yên bi Destûra Bingehîn hatine mîsogerkirin bi kar tînin. Yên zilmê li vî gelî bikin dê bên darizandin. Em tu carî dev ji siyaseta demokratîk bernadin. Em weke kurd û gelên Tirkiyeyê zîhniyeta qeyûm protesto dikin.”

Bismil

Li Bismilê jî bi armanca şermezarkirina destgîrkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm li şaredariya Bismilê çalakiya nobedê hat destpêkirin. Hevserokê Navçeya DEM’ê yê Bismilê Mûstafa Kûrt bang li gelê Bismilê kir, got weke hilbijartinên 31’ê Adarê her kes vîna xwe biparêze. 

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.