Dijî dagirkeriyê yekdengî

Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 00:33

ZERDEŞT GERMIYANÎ / ANF / XANEQÎN

Nivîskar, rewşenbîr û rojnamegerên başûrî dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê helwest nîşan dan û xwestin ku her kes dijî dagirkeriya Tirk rabe ser piyan.

Têkilî êrîşên dagirkeriyaTirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nivîskar Selam Ebdulah, Ebas Erkewazî û rojnameger Emîr Xaneqînî axivîn.

Nivîskar û çalakvan Selam Ebdulah got, “Desthilata Tirkiyeyê sûcekî mezin pêk tîne li ser axa Herêma Kurdistanê, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk metirsiyeke mezin e li ser axa Kurdistanê.’’

Bêdengiyê bişkînin

Selam Ebdulah amaje pê kir ku bêdengiya gel û aliyan cihê metirsiyê ye û wiha domand: “Ez ji rewşenbîr, rojnameger û rêxistinên sivîl û PDK û YNK û Yekgirtû’yê daxwaz dikim ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe bişikînin.”

Li dijî Tirkiyê yekdeng bin

Nivîskar Ebas Erkewazî ragihand ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê ne qanûnî ye û got,’’Divê em hemû bi hev re li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser başûrê Kurdistanê bertekên xwe nîşan bidin.”

Ebas Erkewazî bang li rewşenbîr û desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û wiha domand: “Ez ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û ji rewşenbîran daxwaz dikim ku divê em yekdeng û yekhelwest bin ji bo têkoşîna li dijî hêzên Tirkiyeyê, ji ber ku sînorê gelek axa Kurdistanê û Iraqê derbas kiriye. Eger rê li ber neyê girtin, dê hemû axa Kurdistanê û Iraqê jî bigire.”

Dewleta Tirk êrîşê dibe ser jîngehan

Rojnameger Emîr Xaneqînî da diyarkirin ku dewleta Tirk gelek bê wijdan û nemirovane êrişî başûrê Kurdistanê dike, divê ew wê bi tundî wê şermezar bikin û ev tişt anîn ziman: “Dewleta Tirk êrişî jîngeh û gundên Kurdistanê dike û axa Kurdistanê xerab dike, kesê ku hesta mirovbûnê pê re hebe, divê li dijî van dagirkeriyên dewleta Tirk be.”

Emîr Xaneqînî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî van dagirkeriyên dewleta Tirk raweste.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.