Dijî dagirkeriyê helwesteke netewî lazim e 

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 02:25

  • Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî têkilî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk got dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar tîne, armanca Tirkiyê ew e ku bi rengekî mayinde li Başûr bimîne û dixwaze bi destê malbata Barzaniyan şerekî navxweyî di nav Kurdan de derxîne. Berwarî diyar kir statûya Başûr ketiye talokê û bang li gel bi rihê netewî dijî dagirkeriyê were sekinandin.

Êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya malbata Barzanî li dijî Herêma Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Dewleta Tirk bi sewqiyatên leşkerî, valakirina gundan û noxteyên kontrolê gavên ku li herêmê mayînde bibe avêtin. Kurdistaniyên ku bertekê nîşanî êrişan didin bi zexta Barzaniyan tên astengkirin. Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Demokrasiyê Dr. Kamûran Berwarî anî ziman armanca êrişan ew e ku Kurdistanê bêstatu bihêlin û bi lêv kir ku ji bo van êrişan jî malbata Barzanî her cure piştgiriya aborî, leşkerî û îstîxbarî dide dewleta Tirk. 

Dewleta Tirk çekên qedexe bi kar tîne

Berwarî, diyar kir êriş ji bo Kurdan şerê hebûn û nebûnê ye û da zanîn di êrişên dewleta Tirk de çekên kîmyewî yên ji aliyên peymanên navnetewî ve hatine qedexekirin jî hatine bikaranîn. Berwarî, da zanîn di êrişan de endamên rêxistinên selefî yên DAIŞ û El Nûsrayê jî ku  armanca wan a cîhada kurewî heye tên bikaranîn û wiha got: “Ev ji Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Iraqê kom dibin û li vir weke leşkerên xwe nîşan didin û didin şerkirin. Armanca bingehîn a dewleta Tirk ew e ku di nava Kurdan de şerekê bide destpêkirin û dixwaze vê yekê jî bi destê Barzaniyan pêk bîne. Dewleta Tirk ji cihên ku dikevê dernakeve. Me ev yek di mînakên beriya niha de jî dîtin.”

Destkeftiyên Kurd di talokê de ne

Berwarî, destnîşan kir bêdengiya hikumeta Iraqê ya li dijî van êrişan ew e ku naxwaze destkeftiyên Kurdistanê bi  pêş bikevin û wiha domand: “Di 20 salên dawî de hebûna Iraqê ketibû rewşa nîqaşê. Çi ji aliyê leşkerî çi ji aliyê aboriyê Kurdan Iraq ji nû ve dan avakirin. Li Bexdayê Kurd dibin hêzeke siyasî. Rêveberiya Bexdayê ya ku dixwaze pêşiyê li vê bigire, naxwaze destkeftiyên li Başûr bi pêş ve bikevin. Ji ber vê yekê dixwaze pêşiyê li destkeftiyên Kurdan bigire. Heke êriş berdewam bikin xetereya ku destkeftiyên Kurd ji holê rabin heye.”

 Gel hazir e ku li ber xwe bide

Berwarî, bi lêv kir ku gel gelemperî bi bertek e û malbata Barzanî dixwaze pêşiyê li van bertekên derdikevin holê bigire û diyar kir ku gelê bertekê nîşanî êrişan dide di bin xetereya girtin û binçavkirinan de ye. Berwarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji Xaneqînê heta Dihokê li her derê gel li dijî vê dagirkeriyê ye û naxwaze. Tiştên tên kirin ji derveyî vîna gelê Başûr in. Ji sala 1992’yan ve gel bertekên xwe nîşanî hebûna Tirkiyeyê ya li vir dide. Beriya niha bi milyonan îmze hatin komkirin. Parlamenteran daxuyanî dan. Li Bamêrnê û Şêladizê gel bertek nîşan dan. Heke desthilata li vir, zextên li ser gel rake, gel weke Şêladizê xwediyê wê hêzê ye ku leşkerên Tirk ji vir derxîne. Gelê Kurd  amade ye ku li ber xwe bide.” 

Dijî dagirkeriyê rihê netewî lazim e

Berwarî, destnîşan kir ku rêya derketina li dijî êrişan a Kurdan di avakirina yekitiya netewî re derbas dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdistan weke Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî tê xwestin bê valakirin. Kurd divê ji bo mirin û dagirkirin bi dawî bibe li dijî vê yekê bisekinin. 800 salan Osmaniyê û 100 sal in jî Tirkiye dixwaze demogragiya li Rojhilata Navîn biguherînin. Tişta ku beriya niha nedikarî bike niha bi zora çekê dike. Divê Kurd li dijî vê hişyar bin. Di projeya Tirkiyeyê de armanca dagirkirina Başûr heye. Di serî de 4 parçeyê Kurdistanê divê Kurd li hemû cîhanê li dijî dagirkeriyê bi ruhê yekitiya neteweyî bibin yek.” 

MA/DELAL AKYUZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.