Dihok îsal berê xwe dide Efxanistanê

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Îlon 2021 - 07:25

  •  Di bernameya îsal de filmên ku li Efxanistan hatine çêkirin û filmên li ser Efxanisanê, tên nîşandan.

Festîvala Filman a Dihokê ya Navneteweyî cara 8’an tê lidarxistin. 

Rêveberiya festîvalê diyarkirir ku ew ê îsal bala wan li ser sînemaya Efxanistanê be. Yanî fokusa festîvalê Efxanistan e. Di bernameya îsal de filmên ku li Efxanistan hatine çêkirin û filmên li ser Efxanisanê, tên nîşandan.

Festîval dibêje, “Li gel dengên cihî, dîspora û navdewletî, her wiha panoramaya îsal wê rengvedana mijarên civakî, siyasî û hunerî be. Ew dê dema bihurî û dema niha bi hevre girê bide.”

Di bernameya îsal de filma derhêner Sedîq Bermak “Osama” ku bi eslê xwe ji Efxanistanê ye lê niha li Parîsê dijî, were nîşandan. Her wiha filma derhêner Mohsen Makhmalbaf yê “Qendehar” jî di bernameya fokusa festîvalê de dê were nîşandan. 

Rêveberê hunerî yê festîvalê, derhêner Şewket Emîn Korkî got, “Di van demên dijwar de girîng e ku em filmsazên Efxanistanê li Dihokê bikin mêvan. Ji bo hevgirtin û danûstandinê dê baş be.”

Berpirsyarê bernameya navdewletî Mehmet Aktaş jî got, mijara sirgûnî, penaberî û çavdêriyê ji filmên Efxanistanê re tim bûne piştek. Ji lewre, ew dixwazin serboriya sînemaya Efxanistanê bi çend filman be jî nîşan bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.